Smiley face
sorani
Smiley face

Salvegera êrîşa ser Şengalê û Qereçox hat şermezarkirin

2018-04-26 12:11:19
Yekemîn salvegera bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku di 25’ê Nîsana 2017’an de li ser çiyayê Şengalê û çiyayê Qereçox ê Rojava pêk hatibûn, bi meşekê hat şermezarkirin. Her wiha şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.


 

 

 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

Meş ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ve hat organîzekirin bi sedan kes tevlî bûn. Di meşa ku ji navenda bajaroka Sinunê destpê kir, heta ketina Geliyê Kersê ku hatibû bombebarankirin û welatiyê bi navê Gênco Qîranî lê şehîd ketibû, dom kir.

 

 

Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîd Gênco Qîranî, alên YBŞ, YJŞ, YCÊ hatin vekirin. Her wiha bi diruşmeyan êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

 

 

Piştî meşê li destpêka Geliyê Kersê, ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de li ser navê sazî û dezgehên Şengalê axaftin hatin kirin û şehîdên Şengal û Qereçoxê hatin bibîranîn, careke din sersaxî ji malbatên wan û gel hat xwestin.

 

Li ser navê YCÊ jî daxuyaniyek hat xwendin û şehîd hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de, soza bilindkirina têkoşîna azadiyê û şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin