Smiley face
sorani
Smiley face

Planên Tirkiyeyê yên dagirkirin û qirkirina Başûr-4

2018-04-26 10:25:44
Êrîşên li ser Behdînan û Soran


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk di çarçoveya plangeriya xwe ya dagirkirina Başûr de, bi taybetî di nava 2 salên dawî de 20 kîlometre ket nav xaka Başûr, 3 gund dagir kirin û 17 sivîl qetil kirin. Her wiha dest bi çêkirina baregehên nû kir.


Dewleta Tirkiye ku di sala 1983’yan ve li ser Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne, bi kûrbûna aloziya li Rojhilata Navîn re, di çarçoveya plana xwe ya pêkanîna xeyala Osmaniyan de hesabên mezintir kirin.

 

Artêşa Tirk ji bilî bargehên xwe yên li Başûr, ji sala 1992’yan heta 2008’an 5 êrîşên mezin ên bi beşdariya bi deh hezaran leşker û cerdevanan pêk anîn. Her wiha bênavber êrîşên demkurtî û yên hewayî domandin. Piştî her êrîşek têkçûyî artêş paşde vedigeriya.

 

Lê bi taybetî ji sala 2017’an ve plana xwe berfirehtir kir û bi armanca dagirkirin û bicîhbûna tevahiya Başûr êrîş pêk anîn. Bi vê mebestê li gel êrîşên xwe dest bi çêkirina rê û baregehan û dagirkirina gundan kir. Wekî hedefa yekemîn jî herêmên Behdînan û Soran ku cihên stratejîk in, bijartin.

 

Êrîşên li ser Behdînan

 

Di 16’ê Adara 2017’an de dewleta Tirk hêzek mezin anî herêma Kanî Masî û Behdînan. Ev yek bu sedema metirsiyek mezin li ser xelkê navçeyê. Lê Hikumeta Herêma Kurdistanê bêdengî hilbijart.

 

 

Di heman mehê de artêşa Tirk gundên herêma Behdînan bombebaran kirin û hemû rez û baxên gundiyan hilweşandin. Di 4’ê Gulana 2017’an de du welatiyên Şêlediz yên gundên Sunkê û Şankê bun hedefa bomberana balafirên şer. Di êrîşê de welatiyê binavê Sidqî Îslam şehît ket û welatiyê din jî bi giranî birîndar bû.

 

 

Leşkeran her wiha rê neda ku cenazeyê waletî ji aliyê malbata wî ve were girtin û herêm bênavber topbaran kir. Di roja yekem de gundiyan xwest cenaze werbigrin, lê dewleta Tirk zêdetirî 50 top avêtin herêmê û welatî neçarman paşde bizivirin. Roja duyem welatiyan ji PDK’ê daxwaza alîkariyê kir. Rayedaran ji gundiyan re gotin ku bi paçêr sipî biçin herêmê da ku topbaran çênebe, lê tu feydeyê wê çênebû û artêşa Tirk 27 top avêt herêma ku cenaze lêye. Di encama topbaranê de welatiyek din birîndar bû.

 

 

Piştî ku hewldanên 3 rojan bê encam man, gerîlayên HPG’ê soz da gundiyan ku ewê cenaze ji herêmê bînin. Di dema topbarana artêşa Tirk de gerîlayan bersiv da û tevî topbaranê jî, cenaze ji herêmê derxist. Cenaze piştre bi amadebûna gerîlayên HPG’ê, spartin axê.

 

 

Di 20’ê Îlona 2017’an de balafirên Tirk vê carê bi hovana gundên Nêrwe û Rêkan yên bajaroka Şêledizê bombebaran kirin. Di encama êrîşê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên van welatiyan jî, ji ber êrîşan gelekî li herêmê man û her yek di wextên cuda de hatin dîtin. Cenazeyê herî dawî di 05’ê cotmeha 2017’an de spartin axê.

 

 

Ev komkujî di demeke ku li Başûr mijara referanduma serxwebûnê di rojevê de bû pêk hat. Çavdêran jî diyar dikirin ku Hikumeteke nikare xaka xwe biparêz e, wê çawa dewletekê ava bike. Piştî referanduma 25’ê îlonê, di 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraqê Kerkuk, Xurmatû û Germiyan ji kontrola pêşmergeyan derxist û ji sedî 51’ê xaka başûr ji dest çû.

 

 

Di 2017’an de 30 êrîş

 

Di tevahiya sala 2017’an de artêşa Tirk zêdetirî 30 caran bi top û balafiran êrîşî herêmên Zap, gundên Hêlî, Sarkê, Bêzel, Kokerî, Şankê, Nêrwe Sîto, Rêkan, Xankê, Dergela li Metîna, Geliyê Bilind yê bi ser Şêledizê, Heftenîn, Çiyayê Garê, gundê Şeraneş û girê Sîro kirin. Ev der hemû ji baregehên leşkerî yên li Amediyê, Kanî Masî û Bakurê Kurdistanê ve hatin topbaran û bombebarankirin.

 

Di sala 2018’an de jî êrîşên Tirkiyê berdewam kirin û di encama êrîşa 25’ê Adarê ya li ser gundê Hêlî yê girêdayî Şeladizê de welatiyê bi navê Nîhad Mihemed (35) bi giranî birîndar bû.

 

Di 7’ê Nîsanê de dewleta Tirk ya dagirker gundê Titim ê dikeve navbera herêmên Kinyaniş û Ertuş bombebaran kir. Di êrîşê de 3 birayên bi navê Remezan Mihemed, Mecîd Mihemed û Tahir Mihemed ên ji gundê Nêrwe Sito şehîd bûn. Dagirkeran gundiyên ku dixwestin cenazeyan bigirin û topbaran kirin. Lewre cenaze piştî 6 rojan hatin wergirtin. Roja 15’ê Nîsanê cenazeyên hersê birayan spartin axê.

 

 

Êrîşên li ser Soran û Baleyan

 

 

şeva 14'ê kanûna 2017’an artêşa Tirk  ji aliyê navçeya Şemzînana Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê ve ket axa Başûr. Her wiha bi helîkopteran leşker danîn herêmên wekî Geliyê Reş, Çiyayê Siro, Çiyayê Evdilkofî û Ava Hecîbegê. Her wiha cebilxane û çekên giran kişandin van herêman.

 

Di roja 11’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk hêzek mezin anî sînorên herêma Soran. Dewleta Tirk a dagirker bi vê pêngava xwe re bi dehan kîlometre ket nava xaka Başûrê Kurdistanê. Artêşa dagirker li van herêman dest bi çêkirina baregehên nû yên leşkerî kirin.

 

Ji wê rojê ve leşkerên dewleta Tirk 20 caran herêmên Serçeman, Xinêre, Lolan, Bêrtme, Xakurkê, Geliyê Reş yê Bradost, Serkan, Mawna ya ser bi bajaroka Qesrê, Girê Siro, Bermîze, Lêlikan, Xelîfan, Çiyadol, Binesenan, Berçem, Buzne ya ser bi bajaroka Sîdekan, Gureşan,  Alekan û çiyayê Evdal Kofi topbaran kirin.

 

 

Di roja 17’ê Adarê de dewleta Tirk gundê Bermîze dagir kir. Roja 18’ê Adarê jî hêzên asayîşa Sîdekan çûnûhatina ji bo wî gundî qedexe kir. Piştî wê çend rojan gundên Xelîfan û Çiyadol jî hatin dagirkirin.

 

Di 22’ê Adarê de firokeyên dewleta Tirk gundên Wesan, Serkan, Mawnana yên girêdayî bajaroka Qesrê, Dola Baleyan ên girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Di êrîşa ser Baleyanê de 4 welatî şehîd ketin. Welatiyên ku şehîd bûn, ji bo pîrozbahiya Newrozê çûbun herêmê û 2 ji wan pêşmerge bûn.

 

 

Di roja 23’ê Adarê de malbatên şehîdên hatîn qetilkirin, bi xwepêşandanekê nerazîbunên xwe yên li hember komkujî û bêdengiya hikumetê nîşan da.

 

Di 5’ê Nîsana 2018’an de dewleta Tirk gundên Xelîfan, Bnesenan, Çiyadol, Buzêne, Nizarî, Lêlikan, Sîran topbaran kirin. Di encama êrîşan de zarokek 11 salî yê bi navê Nîştiman birîndar bû. Zêdetirî 120 malbat jî, ji tirsa komkujiyê gundên xwe vala kirin û ji gundan derketin.

 

 

Êrîş ji Konsolosxaneya Tirkiye ya Hewlêr tên birêvebirin

 

Derket holê ku hemû êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistan li navenda Konsolosxaneya Tirkiye ya li Hewlêr tê amadekirin. Derbarê mijarê de Koma Civakên Kurdistan (KCK) di daxuyaniyek xwe de diyar kiribû ku navenda êrîşan konsolosxaneya Tirkiye ya Hewlêre. Herwiha herdû endamên MÎT’ê yên Tirk ku ji aliyê HPG’ê ve hatibûn girtin jî, di îtîrafên xwe yên di çapemeniyê dehatibûn weşandin de, gotibûn ku Konsolosxaneya Hewlêrê weke navend û pilansaziya êrîşan bikar aniye.

 

 

Mîna vê yekê jî 30’ê Çileya 2018’an hat dîtin. Di 30’ê Çile de, Komeleya Gencên Welatparêz ên Kurdistanê  û Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi armanca beşdarbûna Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji Silêmaniyê ber bi Rojava ve meşek dirêj da destpêkirin. Lê belê dema ku roja 2’yê Sibat meşvan gihiştin noqteya Kontrolê ya Dêrgela Hewlêrê, asayîşa PDK’ê asteng kirin. Dema ku meşvanan xwestin çalakiya xwe bidominîn jî, asayîşê ew gulebaran kirin. Di encama êrîşê de 3 ciwan bi guleyan, zêdetirî 10 ciwanên din jî bi dar û keviran birîndar bûn.

 

Piştî êrîşê eşkere bibû ku astengkirina gencan li ser daxwaza Konsolosxaneya Tirkiye ya Hewlêrê pêk hatiye.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Başûr û hewldanên wan ên çêkirina baregehan hîn jî berdewam dikin.

 

SIBE: DAGIRKERIYA ABORÎ

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin