Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên Îranê êrîşê kolberan kir: Kolberek birîndar bû

2018-04-26 09:24:41
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de êrîşê kolberan kir û kolberek birîndar bû. Her wiha heya niha çarenûsa 5 kolberên Merîwanê nediyare.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Çil Mir Şehîdan ê girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîşê kolberan kir û kolberek birîndar bû.

 

Navê kolberê birîndar bûyî Mîhrab Sadiqî Esl û xelkê bajarê Urmê ye. Gule bi sing û lingê wî ketine û rewşa wî girane. Mîhran Sadiq Esl rakirine nexweşxaneya Urmê û heya niha jî di bin kontrola doktoran de ye.

 

Hêjay gotinê ye ku esnaf û kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma hikûmeta Îranê li ser kolber û kasibkaran, 12 rojin dest bi greva giştî kirine, dikan û bazar girtine.

 

Greva giştî bi pêşengiya Bane û Ciwanro weke nerazîbûna li dijî girtina sînorên kolberan, bilindbûna nirxê bac û gomirkê destpê kir û piştre belavî bajarên Merîwan, Seqiz, Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

 

Ji ber girtina sînoran ji aliyê hikûmeta Îranê ve, bûye sedem kolber serî li rêyên zehmet û metirsîdar bidin û ji bo debara jiyana xwe hemû cûre metirsiyên rêyên zehmet digirine berçavan.

 

Her ji ber êrîşên hêzên rejîma Îranê 5 kolberên xelkê bajarê Merîwan roja Yekşema buhrî ve winda bûne û heya niha der barê wan de ti agahiyek nehatiye girtin. Çarenûsa wan nediyare.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin