Smiley face
sorani
Smiley face

‘Wê çareseriya Rojhilata Navîn bi pêşengiya ciwanan pêk were’

2018-04-26 08:21:28
Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku wê bi pêşengiya ciwanên Başûr pêk were endamê Komîteya Amadekar ya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Êrîş Şarezûrî got, “Em bawer dikin ku wê çareseriya pirgirêkên Rojhilata Navîn bi pêşengiya ciwanan pêk were.”


 

 

 

EZÎZ ORUÇ – NASYAR MISTEFA / SILÊMANÎ

 

Wê 18’yê Gulanê li Silêmanî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a bi dirûşma, “Pirsgirêkên ciwanan û Çareseriya Demokratîk a Rojhilata Navîn” bi pêşengiya ciwanên Başûr pêk were. Wê di konferansê de pirsgirêkên ciwanan, li Rojhilata Navîn pêşniyarên çareseriya demokratîk werin destgirtin. Her wiha wê hebûna ciwanan di qada rêxistin, aborî, kooperatîf, jiyana ekolojîk de jî were nîqaş kirin.

 

Wê li çar parçeyêen Kurdistanê xebat werin meşandin

 

Ji bo Konferansa Rojhilata Navîn Komîteyeke Amedekar ya ji 15 kesan pêk tê hate ava kirin. Endamên komîteyê ji 22’yê Nîsanê ve dest bi xebatên xwe kirine. Endamên komîteyê banga beşdarbûnê li ciwanan kirin û ji bo vê jî wê dest bi rêze hevdîtinan bikin. Wê di vê çarçoveyê de komîte ji bo tevlîbûna konferansê vexwandinname ji rêxistinên ciwanan û rêxistinên ciwanan yên ser bi partiyan re bişînin û hevdîtin jî pêk bînin.

 

Ji bo konferansê hevdîtin tên kirin

 

Komîteya Amadekar ku li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe dane destpêkirin heya niha serdana ciwanên Nifşê Nû, Goran, Tevgera Ciwanên Welatparêz, Jinên Ciwan yên Têkoşer kirine û wana vexwandine konferansê. Wê li rex hevdîtinan komîteya amadekar bi amadekirina cihê konferansê û cihê ciwanên ku bên lê bimînin ve mijûl bibin. Wê ciwan ji Iraq, Sûriye, Lûbnan, Urdun, Lîbya, Îran û her wiha rêxistinên ciwanan yên Rojhilata Navîn werin vexwandin.

 

‘Çareserî wê bi pêşengiya ciwanan pêk were’

Endamê Komîteya Amadekar ya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Êrîş Şarezûrîî têkildarî armanca konfernasê nirxandinên girîng kir û diyar kir ku li herê devera cîhanê krîzeke mezin û şereke bê rehm heye lê, Rojhilata Navîn navenda vêye. Şarezûrîî bi berdewamî anî ziman ku hêzên desthilatdar yên li herêmê dibin sedema krîzên siyasî, aborî û civakî, li herêmê şer derdixin, komkujî pêk tînin. Êrîş Şarezûrîî destnîşan kir ku armanca sereke ya êrîşan hêza dînamîk ya herêmê ciwanin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Li gelek herêmên Rojhilata Navîn şer û komkûjî pêk tên armanc û navenda wê jî Kurdistan e. Em wer difikirin ku wê çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî bi pêşengiya ciwanan pêk were.

 

‘Em ê di konferansê de hem pirgirêkan hem jî çareseriyê biaxivin’

 

Li Başûrê Kurdistanê  ciwan naxwazin li bendê bimînin, di cihê xwede bisekinin, hewl didin çareseriyê pêbixin. Ji bo rêyên çareseriya demokratîk nîqaş bikin biryara vê konfernasê hatiye dayîn. Li dijî hakîmiyeta partiyan, desthilatan ya li ser ciwanan, ciwan wê çawa bi awayeke azadane bibin xwedî rêyên çareseriyê dê were nîqaş kirin. Li gelek deverên Rojhilata Navîn Filîstîn, Tûnis û Kurdistanê bahara gelena bi pêşengiya ciwanan pêk hat. Em ê hem pirsgirêkên ku ciwan li Rojhilata Navîn dijîn dest bigirin hem jî ew şoreş, raperîn, rabûnên ku ciwan pêşengiya wê dikin jî biaxivin. Her wiha siyaseta fihûşkirin, sîxûrkirin, pirsgirêkên aborî û siyasî ya ciwanên herêmê dijîn jî werin destgirtin.”

 

‘Em ê biryarên berbiçav bigirin’

 

Şarezûrî diyar kir ku li gel nîqaşkirina pirsgirêkan wê pêşniyarên çareseriyê yên ji bo dema pêş jî werin girtin û hinek biryarên berbiçav werin girtin. Şarezûrî diyar kir ku wê biryar der barê sîstema aborî ya ciwanan de û cih girtina wan di nava komûn, kooperatîf, ekolojî û rêxistinên cûda de jî werin girtin.

 

Êrîş Şarezûrîî diyar kir ku wê konfernas bi şêweya du beşan were destgirin. Beşa yekemîn pirsgirêk bin, beşa duyemîn jî çareserî û pêniyarên çareseriyê, biryar û encamname be.

 

‘Em ê li 4 parçeyên Kurdistanê konferansan lidar bixin’

 

Şarezûrî anî ziman ku ew li benda encameke başin ku ji vê konferansê derbikeve û vêya jî li ser axaftina xwe zêde kir: “li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî hene. Dema ku şert û merc baş bûn ji bo dema pêş em difikirin li 4 parçeyên Kurdistanê jî çêbikin. Li gorî encameke ji konferansê derkeve em ê biryarek bidin.”  

 

‘Wê ciwan bi rengên xwe tevlî konferansê bibin’

 

Êrîş Şarezûrî di dawiya axaftina xwede van agahiyan jî da û diyar kir ku ew vê konferansê zehf girîng dibînin û ji bo vê jî wan lez daye xebatên xwe. Axaftina Şarezûrî wiha bi dawî bû: “Wê bi xwe rêxistinkirina ciwanan ya Rojhilata Navîn re wê ti hêz nekare li ser gel û îradeya wê biryaran bigire. Em li bendêne ku ciwan bi hemû germahiya xwe tevlî bibin. Ji bo me hejmara tevlî konferansê dibe girîng bibe nîne, ya girîng ewe ku yên tevlî dibin bi renk, ziman, çanda xwe tevlî bibin.”

 

 (ad /bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin