Smiley face
sorani
Smiley face

Li Îranê jinên Yarsan ên girtî di bin êşkenceyê de ne

2018-04-24 08:43:46
Bi dehan jinên ji baweriya Yarsanî li Îranê dibin hedefa êşkence û kiryarên biçûkxistinê. Yek ji jinên Yarsan ku êşkence lê hatiye kirin Şûkûfe Yadûllahî ye ku pêwîstiya wê bi tedawiyê heye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şûkûfe Yadûllahî meha Sibatê ji ber êrîşa dijwar a hêzên dewletê ya li çalakiyekê hate girtin. Li girtîgeha Varark a li Karşakê hate zindanîkirin. Di dema destwerdanê de derbeke giran li serê wê ket, hestiyên qefesa sînga wê şikestin û ji ber derbên bi ço, dev, bêvil û guhên wê xwîn bûn. Dema destgîrkirî bû êşkenceya giran lê hate kirin û ji ber vê yekê nema dikare bêhna tiştekî bigire. Pêwîstiya Yadûllahî bi tedawiyê û dermên heye.

 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 29'ê Adarê daxuyaniyek dabû û ji rayedarên Îranê xwestibû ku 11 jinên ji baweriya Yarsanî hatine girtin bên berdan. Jinên girtî ji hindikahiya derwîşê ya ser bi terîqata Gonabadî ne. Di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê têne girtin û nikarin xwe bigihînin parêzeran.

 

19'ê Sibatê, hêzên ewlekariyê herî kêm 60 jinên ji civata Gonabadî bi şîdetê destgîr kiribûn. Sedema destgîrkirina wan jî tevlîbûna li xwepêşandaneke li Tehranê bû. Ji ber êrîşa hêzên dewletê, di navbera endamên Gonabadî û hêzên dewletê de şer derketibû.

 

Li gorî Rêxistina Efûyê, jin destpêkê birin navenda Vozara û li wir ew hatin saxkirin û bi rengekî biçûkxistinê lêpirsîna wan hate kirin. Heqaret li wan hate kirin. Piştre rayedarên Îranî di nava 24 saetan de 10 jin birin girtîgeha Şahrî Rey a li nêzî Tehranê. Yên mayî jî serbest berdan. Navê jinên li girtîgeha Şahrî Rey hatin zindanîkirin wiha ye: Şûkûfe Yadullahî, Sepîdeh Mûradî, Meryem Farisanî, Nazîla Nûrî, Sîma Entesarî, Şima Entesarî, Şehnaz Kîanî, Meryem Barakuhî, Elham Ahmedî û Avîşa Celaleddîn.

 

Piştî çend rojan jineke tevlî wan hate kirin. Navê wê jî Sedîgeh Safabaht e. Berê li girtîgeha bi navê Evîn a li Tehranê bû. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê, heta nîvê şevê lêpirsîna jinên girtî tê kirin, gef li wan tê xwarin û heqaret li wan tê kirin.

 

Çavkanî ANF



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin