Smiley face
sorani
Smiley face

179 jinên Kurd ji bo parlementeriyê pêşbazî dikin

2018-04-22 08:32:28
Ji bo hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê 179 jinên Kurd xwe namzet dane nîşan. Li Herêma Kurdistanê jî 146 namzetên jin heye. Ji 46 parlementerên Başûr yên biçin parlementoyê divê 11 jê jin bin.


 

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Wê 12’ê Gulanê li Iraqê hilbijartinên giştî pêk were. 88 partî û koalîsyon tevlî hilbijartinê dibin. Parlemento ji 329 kursiyan pêk tê û ji bo vê jî niha 6 hezar 904 kes xwe namzet dane nîşan. Ji vana 850’yê wê zilam, 2 hezar û 54’ê wê jî jine. Ji bo hilbijêran jî wê li 52 xalan sindoqên hilbijartinê werin danîn.

 

Li herêma Kurdistanê 3 milyon 144 hezar 730 hilbijêr heye. Li Herêma Kurdistanê 16 partî, 4 koalîsyon û 2 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê dibin. Ji Herêma Kurdistanê 503 nazmet hatine nîşandan. Ji vana 357 jê mêr, 146 jî jinin.

 

Wê 46 parlementer ji Herêma Kurdistanê bikarin mafê parlementeriyê bidest bixin. Ji Hewlêrê 16, Silêmanî 18, Dihok 12 parlementer ji bo parlementoyê were şandin. Ji vana divê herî kêm 11 jin bin.

 

146 jinên Kurd li li Herêma Kurdistanê namzetin

 

-YNK li Bexda, Dihok, Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê 210 namzet diyar kiriye ji vana tenê 31’ê wê jinin. Ango sedê 14’ê ji jinan pêk tê.

 

-PDK, li Dihok, Silêmanî, Hewlêr, Diyala û Mûsilê 160 namzet daye nîşan ji vana 45’ê wê jin e. Ev jî dike sedî 28.

 

-Tevgera Goran, li Dihok, Silêmanî û Hewlêrê 39 namzet hatine nîşandan. Ji vana 8 ji jinan pêk tê. Tebgera Goran jî ji sedî 20 kotaya jinan tevlî hilbijartinan dibe.

 

-Komeleya Îslamî li Dihok, Silêmanî û Hewlêrê 15 nazmet daye nîşan ji vana 2 jinin. Komelaya Îslamî ji sedî 13 kotaya jin tevlî hilbijartinê dibe.

 

-Hevpeymana Ji bo Demokrasî û Edaletê, li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Nînovayê 85 namzet daye nîşan. Ji vana 23’yê wê jinin. Ev jî dike sedî 28.

 

-Yekgirtûya Îslamî li çar bajaran dikeve hilbijartinê. Ji 61 nazmetan 17’yê wê jin e.

 

-Hizba Şûî (Partiya Komûnîst) li Silêmanî, Kerkûk, Diyala û Mûsilê bi 13 namzetan dikeve hilbijartinê. Ji vana 7 jê jinin.

 

-Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê jî bi 25 namzetan dikeve hilbijartinê ji vana 9’ê wê jin e.

 

Nifşê nû, Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiya Gel bi Lîsteya Nifşê, li Enbar, Bexda, Dihok, Diyala, Hewlêr, Kerbela, Kerkûk, Mîsan, Nînova, Silêmaniyê bi 118 namzetan dikeve hilbijartinê. Ji vana 31 namzetên jin heye. Bi sedî 26 kotaya jin tevlî hilbijartinê dibe.

 

Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Hevpemana ji bo Demokrasî û Edaletê li Diyala, Nînowa û Kerkûkê weke koalîsyonê dikevin hilbijartinê û 18 namzet didin nîşan. Ji vana 6 jê jinin.

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin