Smiley face
sorani
Smiley face

Panela ‘di dema hilbijartinan de parastina mafê jinan’

2018-04-17 15:25:45
Di panelekê de bal hat kişandin ser newekheviya jin û zilaman ya di hilbijartinan de. Hat gotin ku ev bu du roj propaganda destpêkirin, lê ji nihave li hember jinan bê rêzî tê kirin.


 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Îro li bajarê Silêmaniyê kafeya Emnesoreke panelek dibin navnîşana ‘Parastina mafê jinan di dema propagandaya hilbijartinê de’ hat lidarxistin. Di panelê de gelek jin amadebûn. Ji rêxistinên jinan Hana Şiwan, çalakvana mafê mirovan Helşo Ebdulfetah û mamostaya zanîngehê Asos Braxas amadebûn. Herwiha hinek çalakvanên jin, mamostayên zanîngehê û parlament jî di panelê de amadebûn.

 

Di panelê de destpêkê Hana Şiwan balkêşa ser tundtûjiya li ser mafê jinan û got; “Tundtûjiya siyasî li ser jinan zêde bûye, dîroka jinan di Başûr de hatiye paşguh xistin. Ji bo vê yekê di dema borî û heya roja meya îro de biçûk xistina jinan di siyasetê de berdewame. Rêya jinan di nava partiyan de tê girtin.”

 

 

Hana Şiwan di dewamiya axaftina xwe de behsa helwesta ragihandinê ya li dij jinan kir û got; “Qada siyasî û ragihandin vê carê tirsnake. Ji ber ku hinek kes hewl didin wana bişkênin. Jin li vir tên tirsandin, gelek henekên xwe bi jinan dikin. Ev jî dibe sedem ku jin bi tirsin. Di dema van du rojên propagandaya hilbijartinê de gelek bêrêzî hember jinan hatin qeyd kirin. Ev jî nîşana aqilê partiyên me ye ku di nava ragihandinê de belav dibe. Ev yek dibe sedemê bandorek xirap li ser kes û civakê.”

 

Piştî wê çalakvanê mafê mirovan Helşo Ebdulfetah rexne li komîsyona bilind ya hilbijartinê kir û got; “Komîsyonê 27 xal derxistiye, di tu xalan de behsa parastina mafên jinan nehatiye kirin. Jin dikare rolek baş bileyzin, ji bo vê divê kar ji bo parastina mafê jinan di hilbijartinê de were kirin.”

 

 

Di dawiya panelê de jî mamostaya zanîngehê Aso Braxas nêrînên xwe anî ziman û got; “Pêwîste jin bi îradeya xwe û baweriyek mezin pêngavan bînin, li ser pirsgirêkan jî zîrek bin.”

 

 

 

(ik)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin