Smiley face
sorani
Smiley face

Barzanî dagirkeriya Tirkiyê ne dît, hêvî jê kir

2018-04-17 15:14:48
Nêçîrvan Barzanî êrîşên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya wê ji nedîtîve hat û got ku Tirkiye ji bo wan welatekî girînge. Barzanî li bendêye ku Tirkiyê gavên nû jî biavêje.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran civîneke çapemeniyê lidarxist û bersiva da pirsên rojnamevanan.

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku civîna wan ya îro asayî bûye û diyar kir ku zêdegavî li ser mal û mûlkên hikûmî hene, wan jî vê mijarê nirxandine.  Barzanî her wiha eşkere kir kuwan projeyasayek amadekiriye û wê pêşkêşî Parlementoya Herêma Kurdistanê bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî têkildarî ewlekariya pêvajoya hilbijartinê jî axivî û tekez kir ku erka hikûmetêyê ewlekariya hilbijartinê bigire û got ku wan di civînê de vê mijarê dest girtiye.

 

Barzanî têkildarî peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî axivî û diyar kir ku niha di bernameya wan de ti hevdîtinek ji bo Bexdayê nîne.

 

Barzanî li ser pirsa asta peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî bersiva rojnamevanan da. Barzanî êrîş û dagirkeriya artêşa Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji nedîtîve hat û got ku Tirkiye ji bo wan welatekî girînge.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şandeke Herêma Kurdistanê li ser vexwendina Wezîrê Aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî çûye Tirkiyê û li gel Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan hevdîtin kiriye.Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Şanda Kurdistanê li ser daxwaza Wezîrê Aborî yê Tirkiyê çûye Stenbolê. Di çarçoveya vê konferansê de li gel Birêz Serokomarê Tirkiyê hevdîtinek pêk anî. Em li hêviya pêngavên din in ji bo peywendiyên Hewlêr û Enqere asayîtir bibin, ku niha ber bi asayîbûnê ve diçe. Tirkiye ji bo me welatekî giring e û herdem Herêma Kurdistanê xwestiye peywendiyên wê yên li gel Tirkiyê baş bin.”

 

Nêçîrvan Barzanî ji bo peywendiyên Hewlêr û Tehran jî got ku peywendiya wan li gel Tehranê û bi giştî jî cîranan başe û kuştina kolberên Kurd li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û dayîna cezayê darvekirinê ya ji bo çalakvanên Kurd ji nedîtîve hat.

 

Li ser mijara vegera hêzên pêşmerge ji bo Kerkûkê jî Barzanî îda kir ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ti lihevkirinek nîne û got: “Bê guman em ji ber rewşa ewlekariya wan herêman nîgeran in. Em piştgirî didin ewlekariya wan navçeyan. Piştgirî didin pêngavên Bexdayê yên ji bo parastina ewlekariya hemwelatiyan. Di vî warî de tişta bikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê em amade ne bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku nehiştine PDK li Kerkûk û cihên nakok baregahên xwe veke û lewma jî li wan deveran hilbijartinan boykot dike.

 

Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku hilbijartin yên parlamantoya Iraqê ne û hemû partiyên Iraqê dikarin li Kurdistanê namzedan nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî ti nîgeraniyeke wan nîne.

 

Têkildarî îdayên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê jî Nêçîrvan Barzanî piştgirî da mûdexeyên ji Sûriyê re û got:“Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em piştgirî didin wan pêngavan ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe û asteng dike. Em hêvî dikin, ku sînorek were danîn da ku li herêmê careke din çekên kîmyewî neyên bikaranîn.”

 

Nêçîrvan Barzanî tevî qeyrana aborî û nerazîbûnên kedkaran jî îda kir ku rewşa aborî ya herêmê li gorî meha borî baştir bûye û wan gavên baş avêtine.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin