Smiley face
sorani
Smiley face

Artêşa Tirk gundên Sîdekanê topbaran dike

2018-04-17 14:09:04
Artêşa Tirk a dagirker gundên devera Çiyadêl, Lêlkan û Bermîzê topbaran dike.


 

 

 

ROJNEWS / SÎDEKAN

 

 

Artêşa Tirk a dagirker ku gelek herêmên Sîdekanê dagirkiriye ev nêzî 2 saete gundên devera Lêlkan, Bermîzê û Çiyadêlê bê navber topbaran dike.

 

Topbaran hê jî dewam dike.

 

Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî diyar kiribû ku ji serê salê ve ev herêmên sivîl bê navber ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebaran kirin û topbaran kirin. Her wiha diyar kiribû ku ji ber van êrîşan jiyana gundiyan felç kiriye.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin