Smiley face
sorani
Smiley face

Di pêşengeha wêneyan de wêneyên xwe firot

2018-04-17 14:00:04
Wênekêşek li navçeya Seyîdsadiq, di pêşengeha wêneyan de dest bi firotina wêneyan kir û dixwaze ji dahatûya wêneyan kamerayek bikire. Ev yek ji aliyê berpirs û welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat.


 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Îro li baxçeyê Çinar yê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wênekêşê bi navê Helo Cebar di sêyemîn pêşengeha wêneyan de dest bi firotina wêneyan kir. Ev wêne ji bo berpirs û welatiyan gelek bi nirxbûn.

 

Di pêşengeha wêneyan de gelek wêneyên cûr bi cûr yên li ser jiyana rojane ya kesên di navçeyê de jiyan dikin hatin pêşkêşkirin. Her yek ji van wêneyane ji bo berpirsiyaran bi bihayê 50 û ji bo welatiyan jî bihayê 25 hezar dînar dihat firotin.

 

Di pêşengehê de gelek berpirsyarên partî û hikûmetê amadebûn. Gelek ji wan bi kirîna wêneyan piştgirî dan wênekêş Cebar.

 

Di derbarê firotina wêneyan de wênekêş Helo Cebar got; “Armanca vê pêşengehê ewe ku giringî dayîna ji bo karê wênevaniyê ye. Herwiha bi dahatûya dest min bikeve ezê kamerayek bikirim. Ji bo ku ez bikarim di dema pêş de zêdetir li ser vê yekê kar bikim, ev yek pêwîste.”

 

 

(ik)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin