Smiley face
sorani
Smiley face

Rêveberiya Sîdekanê: Artêşa Tirk jiyana gundiyan felç kiriye

2018-04-17 13:49:17
Êrîşên Tirkiye li ser gundên devera bajarokê Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê berdewame û ji ber vê jî ziyaneke mezin ya giyanî û madî bi xelkê herê ketiye. Niha cotyar û sewalkarên gundên Xelîfan, Lêlkan, Bermîzê û gelek gundên din rû be rûyê pirsgirêkan hatine û dewleta Tirk ku vê herêmê dagir kiriye rê nade karê çandinî û sewalkariyê bikin.


 

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM / SÎDEKAN

 

 

Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî ji RojNews’ê re axivî û diyar kir ku ji serê salê ve devera Sîdekanê bi awayeke dijwar ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebaran kirin û got: “Di encama van bombebaranan de ziyana giyanî û madî çêbûye. Weke têzanîn rojên borî beşek ji welatiyên gundê Lêlkan, Xelîfan, Xinêre û Kanîreşê ji ber bombeberanan neçar man 2 roj malên xwe terk bikin.”

 

Çelebî li ser metirsiya valabûna gundan jî diyar kir ku welatiyên ku ji ber êrîşan cihê xwe terk kiribûn vegeriyane gundên xwe û got: “Lê, welatî dibin zext û tirsekî mezin de dijîn, heta nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber çawa liv û tevgerek çêbibe balafirên keşfê tên herêmê. Welatî rû be rûyê qedexeyên artêşa Tirk tên û nikarin sewalkariyê bikin.”

 

Îhsan Çelebî diyar kir ku dewleta Tirk li Deşta Hert, Bermîze û Kanîreşê gelek baregehên leşkerî yên biçûk û mezin çêkiriye.

 

Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî di dawiya axaftina xwede diyar kir ku divê zexteke cidî bixin ser Tirkiye ji bo topbaran û bomberdumanên xwe rawestînin ku gelek caran herêmên wisa topbaran dikin ku qet hêzên PKK’ê li wir nîne.

 

(bz)

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin