Smiley face
sorani
Smiley face

PJAK’ê ji bo Ramîn Hisên Penahî banga piştgiriyê kir

2018-04-17 13:09:51
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Pehanî şermezar kir û li çalakvanên Îranê banga piştgiriya ji bo girtiyên siyasî kir.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek nivîskî belav kir. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser siyaseta zext, darvekirin û bêdengkirinê ya rejîma Îranê û diyar kir ku rejîma Îranê dixwaze bi vê siyasetê qeyranan veşêre.

 

PJAK’ê diyar kir ku darvekirin, zext û hewldanên bêdengkirinê yên hikûmeta Komara Îslamî û ew qeyranên hene hevdû temam dikin û hikûmeta Îranê bi vê siyasetê di nava hewldana qirkirina siyaseta fîzîkî de ye û wiha dewam kir; “Êdî ti bandora van siyasetan nemaye. Hişyarî û nerazîbûnên giştî yên gelên Îranê îspat kiriye ku siyaseta zextkirina li gel ti bandora xwe nemaye. Tişta di vê rewşê de dikare bibe xwedî bandor û rewşê veguhere rewşek guncav, guhertinên bingehîn ên demokratîkin.”

 

Di dawiyê de PJAK’ê got; “Weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê piştgirî malbata kedkar a Ramîn Hisên Pehanî dikin. Sîstema darvekirinê weke dijbertiyek a ji bo tinekirina Kurdan binav dikin. Bang li hemû azadîxwazan dikin ku bê rawestîn piştgiriya Ramîn Hisên Penahî û girtiyên din ên siyasî bikin.”

 

Hêjay gotinê ye ku di 23’ê Hezîrana 2017’ê de komek 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê ji bo Pehanî hatiye dayîn.

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin