Smiley face
sorani
Smiley face

‘Parçebûna Kurdan sedema zêdebûna êrîşane’

2018-04-17 12:47:51
Mamostayê beşa Dîrokê yê li Zanîngeha Silêmaniyê diyarkir ku parçebûna kurdan û bêdengiya navnetewî bû sedemê dewleta Tirk zêdetir êrîş bêne ser xaka Kurdistanê.


 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Dewleta Tirk ya dagirker rojane li ser xaka Başûrê Kurdistanê welatiyên Kurd qetil dike. Bi vê yekê rejî namêne, xaka Başûrê Kurdistan dagirkiriye û her roj baregehên xwe di nava xaka Başûr de zêde dike. Li hemberî vê yekê jî her roj ji gelê Başûr nerazîbûnên cûda tên. Mamostayê Zanîngeha Silêmanî yê beşa Dîrokê Keywan Azad li ser vê mijarê ji RojNews re axivî û nerazîbûna xwe nîşan da.

 

Mamosta Keywan Azad got; “Xewna dewleta Tirk zindîkirina dewleta Osmaniyane, ji bo wê jî êrîşê Efrîn û Rojavayê Kurdistanê kir. Xaka Başûrê Kurdistanê jî bombebaran dike, ev xewnek ya Tirkiyêye ku dixwaze zindî bike. Sedemê yekem yê ketina Tirkiyê nava xaka Başûrê Kurdistanê de, bêdengiya navnetewî , parçebûna Kurdan û pirsgirêka di navbera Kurdan û Iraqê de ye. Ger Kurd ne parçebûna, wê Tirkiyê wiha nekariya bê nava xaka Kurdistanê de. Ji bo vê divê destpêkê de Kurd yekgirtî bin.”

 

Azad di dewama axaftina xwe de diyarkir ku bi şandina peyaman pirsgirêka Kurd nayê guhertin û wiha domand; “Efrîn du meh berxwedan kir, partiyên siyasî yên Başûr jî peyaman da. Lê ev peyam tiştek neda guhertin.”

 

Herî dawî mamosta Keywan Azad got; “Pêwîste karê cidî û rastiyane bê kirin, karê rastiyane niha nayê kirin. Ji ber ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di qonaxek lewaz re derbaz dibe. Pirsgirêkên xwe yên navxweyî heye. Hemû partiyên Kurd parçene.”

 

(ik)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin