NAVENDA NÛÇEYAN
Di peyama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê de hate gotin, "Civaka me ya Êzidî cejneke din a ÇarÅŸema Sor pîroz dike. Civaka me ya Êzidî ku gelek zor û zehmetî dît û 73 ferman lê rabû, li gorî çend salên bihurî hê bi hêvî û coÅŸ ÇarÅŸema Sor pîroz dike. Ev yek gelekî watedar e."
Di dewama peyamê de hate gotin: "Êzidî ji ber baweriya xwe û temsîliyeta nirxên kevanre yên gelê Kurd timî bûn hedefa dijmin. Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎÅž'ê ku piÅŸta xwe dispêrin dewleta Tirk û serkêÅŸê wê Erdogan, êrîÅŸ birin ser civaka me ya Êzidî. Vê êrîÅŸa ji bo komkujiyê li rûpelên rûreÅŸiyê yên dîroka mirovahiyê cih girt. Çileya vê salê jî TC'ê bi armanca dagirkirinê êrîÅŸ bir ser Efrînê ku Êzidî lê dijîn. Rojên dawî jî êrîÅŸên giran dibe ser BaÅŸûrê Kurdistanê. Van hemû êrîÅŸan raxistin pêÅŸ çavan ku ev dewleta terorê ji bo gelê Kurd tehlûkeyeke mezin e. Bi berxwedana ÅŸervanên azadiyê yên Kurdistanê û gelê me wê dewleta Tirk a terorîst teqez têk biçe. Pêvajoya ku gelê Kurd serketinên mezin lê bi dest bixe dest pê kiriye. Civaka me ya Êzidî bûye xwedî hiÅŸmendî û saziyên ku karibin xwe pê bi rê ve bibe û biparêze. Ev yek gava destpêkê ya girîng a vê serketinê ye. Cejna ÇarÅŸema Sor a 2018'an wê ji cejnên salên bihurî cudatir bi vê destketî û biryariyê bê pîrozkirin.
Serdemeke giran a têkoÅŸînê
Em di serdemeke giran a têkoÅŸînê de ne. Di demeke wiha de tiÅŸtekî dîrokî ye ku civaka me ya Êzidî di nava sê salan de xwe bi rêxistin kiriye û gihandiye wê astê ku dikare xwe bi rê ve bibe û biparêze. Bersiva herî watedar a ji faÅŸîzma Erdogan bê dayin ew e, ku Êzidî giraniyê bidin ser karê misogerkirina paÅŸeroja xwe bi nasnameya xwe. Erdogan û çeteya wî DAÎÅž dixwestin ku Êzidiyan ji ser xaka wan derxînin û bi vî rengî Êzidiyatiyê tine bikin. DAÎÅž niha li ber tinebûnê ye. Erdogan ku hewl dide ji nakokiyên DYA û Rûsyayê sûdê werbigire û bi vî rengî emrê xwe dirêj bije, mîna pêÅŸiyên xwe Osmanî zilamê nexweÅŸ e. Lê belê Êzidî bi hêzên xwe yên parastinê, di serî de jin û ciwan bi gelek sazî û rêxistinên xwe bi serbilindî li ser piyan e. Bi wesîleya vê cejnê, em hemû ÅŸehîdên xwe yên mezin ên ku civaka me ya Êzidî ji tinebûnê rizgar kirin careke din bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin. Em pê bawer in ku civaka me ya Êzidî dizane ku xeteriyên li dijî wan bi temamî ji holê ranebûye, bi vê bîr û baweriyê wê hewldanên xwe yên parastin û siyasî bidomînin û yekîtiya nava Êzidiyan xurtir bike.
Êzidî cara yekê ye bi partiya xwe li Iraqê tevlî hilbijartinê dibin
Civaka me ya Êzidî, cejna ÇarÅŸema Sor a sala 2018'an bi îradeyeke mezintir û di rewÅŸeke ku li gorî salên bihurî xetere kêmtir e pîroz dike. Êzidiyên li BaÅŸûrê Kurdistanê cara yekê ye bi partiya xwe ya siyasî tevlî hilbijartina Iraqê dibin. Ev hemû destketiyên girîng in. Ev destketî bi dayina berdêlên giran hatin afirandin. Weke ku tê dîtin, ya ku civakekê diparêze, paÅŸeroja wê ewle dike û nirxan jê re diafirîne, zanebûn û rêxistinbûn e. TêkoÅŸîna bi xurtkirina yekîtiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em hêvîdar in ku cejna ÇarÅŸema Sor a 2018'an wê bibe wesîle ji serketinên mezintir re. Yên ku hiÅŸt ku em cejna îsal bi rengekî ewle pîroz bikin, di serî de HPG û YBÅž, têkoÅŸîna hemû Êzidiyên berxwedêr e.
Li dijî xeteriyan pêwîstî bi hiÅŸyarî û tevdîran heye
Di vê serdema dîrokî ya têkoÅŸînê de, hin hêz hene ku dixwazin li ber Êzidiyan bibin asteng; hin hene ku dixwazin Êzidî timî xizan bimînin, bi tirs û xeteriya komkujiyê bijîn û ji vê yekê xwe têr bikin. Di dema herî zehmet a Êzidiyan de hinekan Êzidî di nava lepên barbaran de hiÅŸtin û ew terikandin. Hin hene ku dixwazin nasnameya Êzidian bikin bazarê û li ser vê yekê berjewendiyan bi dest bixin. Em pê bawer in ku civaka me ya Êzidî wê li hember van kes û koman timî hiÅŸyar be, hay ji xwe hebe, tevdîran bigire û têbikoÅŸe.
ÇarÅŸema Sor a ku piÅŸtî demeke dirêj dîsa watedar bû
Cejna Îmanê ÇarÅŸema Sor cejna pîrozkirina afirandina cîhanê ye. Li gorî baweriya Êziditiyê afirandina pêÅŸîn di meha Nîsanê de çêbû û mirov 'Heqwar' li ser axa ku civaka me yê Êzidî li ser wê dijî afirîn û li cîhanê belav bûn. Vê serdema ku Êzidî tê re derbas dibin, li gorî bawerî û giyanê cejna ÇarÅŸema Sor e. Êzidî piÅŸtî demeke dirêj bi bîr û îradeya xwe ya azad li ser axa xwe dîsa ji nû ve hebûna xwe ava dikin. Pergaleke ku hêviyê dide hemû Êzidiyan û dahatûyeke azad mîsoger dike li Åžengalê ava dikin. Careke din axa Êzidiyan dibe Heqwar. Ev giyan coÅŸ û morala gelê Kurd bilindtir dike. Civaka Êzidî careke din bi nasnameya xwe ya bawerî û civakî bîreke watedar û kûr ava dikin. Bi vî awayî piÅŸtî demeke dirêj ÇarÅŸema Sor û meha Nîsanê ji nû ve wateya xwe ava dike. Dîrok li lûtkeyên Åžengalê tê jiyîn. Kurdbûn bi Êzidiyan re dîsa wateya xwe ya dîrokî bi dest dixe. ÇarÅŸema Sor a sala 2018’an bi vê wate û hestan tê pîroz kirin. Em jî bi van hest û ramanan cejna civaka xwe yê Êzidî pîroz dikin û ÅŸehîdên xwe bi bîr tînin ên ku ev zemîn ava kirin da ku em karibin vê cejnê pîroz bikin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo doza ku wan canê xwe feda kirin, em ê têkoÅŸîna xwe geÅŸtir û bilindtir bikin."