Smiley face
sorani
Smiley face

Amadekariyê cejna Çarşema Sor dewam dikin

2018-04-17 11:51:39
Gelê Şengalê ku her sal Çarşema Sor pîroz dikin, îsal jî bi hemû hêza xwe amadekariyên Çarşema Sor dikin.


 

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Gelê Şengalê ketiye nava kelecana pîroz kirina Çarşema Sor. Êzidî roja Çarşema Sor pîroz dibînin û her sal vê rojê pîroz dikin. Îsal jî Êzidiyên Şengalê dest bi amadekariyan kirin. Gelê Şengalê bi vê armancê dest bi xemilandina Şengalê kirin.

 

Welatiyê bajarê Xanesorê Îlyas Hesen li ser amadekariyan axivî û got; “Beriya çarşemê em amadekariyên xwe temam dikin. Em hemû kolanan di xemilênîn û kulîlkan kom dikin. Gel hêkan dikelênin. Malbatên me yên Êzidî vê rojê cejna hevûdû pîroz dikin û diçin cejna hev. Weke salên berê dîsa emê werin gelhev.”

 

 

Herî dawî Hesen bang li gelê Êzidî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em di wê hêviyê de ne ku ev cejn bibe sedemê tifaqa hemû Êzidiyan. Bila Êzidi yekitiya xwe çêkin. Ji ber ku ev cejn ya yekitiyê ye. Ez vê cejnê li hemû Êzidî û şehîdan pîroz dikim.”

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin