Smiley face
sorani
Smiley face

Esnafên Merîwan jî dest bi çalakiyê kirin

2018-04-17 11:43:07
Piştî esnafên herdû bajarên Bane û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê dest bi çalakiya neçûna ser kar kirin, îro esnafên Merîwan jî dest bi çalakiyê kirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yekşema buhrî li dijî girtina deriyên sînor ji bo derbaskirina kelûpelan û zêdebûna nirxê bac û gomirkê ji aliyê rejîma Îranê ve esnafên herdû bajarên Bane û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê deriyên dikanên xwe girtin. Îro esnafên bajarê Merîwan ê girêdayî parêzgeha Sine jî dest bi boykota çûna ser kar kirin.

 

Çalakiya giştî li bajarên sînorê Rojhilatê Kurdistanê du rojan pêş niha bi pêşengiya Bane û Ciwanro destpê kir. Esnafên herdû bajaran li ber qaymeqamtiya bajarên xwe sûfreyên vala raxistin û nerazîbûna xwe ya li hemberî zêdekirina bac, gomirk û girtina deriyên sînor nîşan dan. Xwepêşandan lidar xistin. Bang li kasibkarên bajarên din jî kirin û tevlî çalakiya wan bibin.

 

Îro di roja 3’emîn a çalakiyê de kasibkar û esnafên bajarê Merîwan jî deriyên dikanên xwe girtin. Tê payîn ku pêla çalakiyê di rojên bên de belavî bajar û navçeyên din jî bibe.

 

Hêjay gotinê ye ku li bajarên Ehwaz û Îsfehan ên Îranê jî zêdetirê hefteyekê ye xwepêşandan û çalakî li dijî siyaseta hikûmeta Îranê lidar dixin. Li Îsfehan qeyrana avê û li Ehwaz jî qeyrana qirêjiya hewa, bûne sedema nerazîbûna welatiyan û dakevin qadan.

 

 

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin