Smiley face
sorani
Smiley face

Li dijî dagirkeriya Tirk li Sîdekan wê çalakî bê lidarxistin

2018-04-17 09:27:07
Li navçeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêr ve xwepêşandanek li hember komkujiya Tirkiyê wê bê lidarxistin. RJAK’ê bi daxuyaniyekê diyarkir ku ewê li navçeya Sîdekan a herêma Bradost li hember dagirkeriya Tirk xwepêşandanek berfireh lidar bixin.


 

 

 

SEMÎRA ŞAHABÎ/ SILÊMANÎ

 

 Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser gel û xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi vê armancê îro Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin da ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.

 

Li ser vê yekê di daxuyaniyê de endama RJAK’ê Jîno Hemereşîd axivî û got; “Em dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin. Bê helwestbûna desthilatdarên herêmê cihê şermezariyê ye. Desthilatdarên herêmê rêya dagirkeran xweş dikin. Emê bi çalakiyên cûr bi cûr helwesta xwe nîşan bidin, taybet emê li dijî komkujiya Şêledizê çalakiyan lidar bixin. Em xema malbata her sê birayên li Şêledizê hatin qetilkirin hil digrin û sersaxiyê dixwazin.”

 

Endama RJAK’ê Jîno di dewama axaftina xwe de got; “Emê di 21’ê Nîsanê de roja Şemiyê demjimêr 06:00’ê siharê li ber derê Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê kom bibin. Emê jiwir berbi herêma Bradost  ve bikevin rê. Armanca me ya vê çalakiyê piştgirîdayîna xelkê wê herêmê ye.”

 

 

Jîno di dawiyê de bang li hemû kesî kir û got; “Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin helwesta xwe li hember van êrîşane bidin nîşandan, da ku ev bên rawestandin. Ji ber ku roj bi roj komkujî zêde dibin.

 

Tê payîn ku RJAK bi amadebûna gel xwepêşandanek berfireh li navçeya Sîdekan ya herêma Bradost a ser bi bajarê Hewlêrê bike. Wê di xwepêşandanê de ji bilî gel, Rêxistina Jinên Ciwan yên Tekoşer, Komela Gencanî Welatparêz û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan jî tevlî bibin.

 

(ik)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin