Smiley face
sorani
Smiley face

Kongreya Star: Ji bo piştgiriya jinên Efrînê emê dest bi çalakiyan bikin

2018-04-16 18:26:23
Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Efrînê rewşa jinan nebaşe û bi zorê çend jin li çeteyan hatine mehr kirin û got ku wê ji bo piştgiriya jinên Efrînê li Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin.


 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê vê êvarê di saet 16:30'an de li ofîsa xwe ya li Silêmaniyê têkildarî rewşa jinên Efrînê daxuyanî da çapemeniyê.

 

Nûnera Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl axivî û di serî de bal kişand, piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Artêş aTirk û çeteyên wê ve,  rewşa jinên Efrînê û got; "Ji ber dagirkeriyê nîvê welatiyên Efrînê koçber bûn û nîvî jî li Efrînê mane. Efrîniyên koçber bûne li Şehbanê bi cih bûne. Ew jinên ku li Efrînê mene rastî zextan tên û hinek bi zorê li çeteyan mehr dikin."

 

Cîhan Xelîl diyar kir ku jinên koçber bûne berxwedana xwe berdewam dikin û wiha domand; "Jinên koçber bûne dibêjim, em dikarin bê xwarin jî bijîn, lê nikarin bê xak bijîn. Lewma emê hewl bidin ku Efrînê azad bikin. Emê ji bo piştgiriya jinên Efrînê li Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin. Wê çalakiya me ya destpêkê bi komkirina belgeyên sûcên li dijî jinên Efrînê destpê bike û emê radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin. Piştre jî emê çalakiyên cuda cuda destpê bikin."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin