Smiley face
sorani
Smiley face

'Divê dijmin bizanibe serê malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan bilinde'

2018-04-14 17:54:54
 Li Zanîngeha Çermo ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi navê 'Jin û piştî Enfalê rabûna wan' panelek ji bo 4 aktîvîstên jin hate organîze kirin.


 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Bi boneya 30. salvegera Enfalê, Li Zanîngeha Çermo ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi navê 'Jin û piştî Enfalê rabûna wan' panelek ji bo 4 aktîvîstên jin hate organîze kirin.

 

Di destpêka panelê de Aktîvîst Perî Mihemed Nurî ku li Wezareta Karûbarên Şehîdan berpirsyartiya veguhestina gorên komî kiriye wiha got; "Ji sedê 90'ê gorên komî yên herêma Germiyanin. Eger berpirsên hikûmetê bi çavên xwe gorên komî bibin, wê girîngiya van rojan bizanin. Jin û zarok bi hev re avêtibûn gorên komî de. Divê dijmin bizanibe îro serê malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan bilinde û xizmetê dikin."

 

Her wiha Aktîvîst Koçber Ereb ku di warê Enfalê de kar dike jî bal kişand li ser keda dayikan û diyar kir ku piştî Enfalê dayik li pey şopên zarokên xwe ketine.

 

Aktîvîst Kelsun Kerîm diyar kir ku pêvajoya Enfalê bandoriya derûnî li ser qurbaniyên Enfalê û malbatên wan çêkiriye û got; "Piştî Enfalê tevî pirsgirêkên civakî û derûnî, jinan karî li ser piyên xwe rawestin."

 

Herî dawî Dîmen Mihemed weke aktîvîstekî di warê Enfalê de axivî û wiha destnîşan kir; "Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, li her bajar û navçeyê navendên perwerde û pêşxistina jinan vekin. Ji ber ku navendên wiha wê gelek sûd bide jinan. Lê mixabin heya niha hikûmetê nekariye tiştekî wiha bike."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin