Smiley face
sorani
Smiley face

Sedr daxwaza pêşîgirtina êrîşên Tirkiyê dike

2018-04-09 15:15:13
Serokê eniya Sedr, Muqteda Sedr ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro malpera fermî ya Muqteda Sedr belav kir ku Sedir ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên ji bo ser xaka Iraqê bigire.

 

Muqteda Sedr li ser pirsa der barê helwesta wan a li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên demên dawî li dijî herêma bakûrê bajarê Hewlêr, rûxandina çend pirên gundan û çêkirina baregehên leşkerî wiha got:

 

“Ez ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikim pêşî li êrîş û hatina pêş a dewleta Tirk bigire. Ez bawer nakim ev êrîşên Tirkiyê bi alikariya hikûmeta Iraqê bin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin