Smiley face
sorani
Smiley face

Jin li girtîgehên Başûr di şertên xirap de tên girtin

2018-04-03 12:52:44
Jinên ji ber sedemên cûda cûda li girtîgehên Herêma Kurdistanê de tên girtin di şert û mercên zehf xirap de tên ragirtin. Bi giştî 15 jin jî cezayê darvekirinê li ser wan heye. Gelek zarok jî ku li gel dayîka xwe di girtîgehê de ne di rewşeke ne tendûrist de tên girtin.


 

 

 

ROZE Û BIRYAR / ROJNEWS

 

 

Girtiyên jin yên li girtîgehên Herêma Kurdistanê de tên girtin di şert û mercên zehf xirap de dijîn. Cihê girtiyên jin li gorî hejmara wan teng û gelek kevinin. Jinên zarokên wan jî li gel wan hene û dûcanî jî di girtîgehê de hene. Nebûna şert û mercên tendûrist bandoreke xirap li benden û derûniya jin û zarokan dike.

 

Li gorî agahiyên ku me ji rêveberiyên girtîgehên jinan girtiye li girtîgehên jinan yên Hewlêr û Silêmanî de bi giştî 160 jinên girtî hene. Ji vana 15 jê cezayê darvekirinê girtine. Cezayê darvekirinê hê jî li qanûnên Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye. Ancax di ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cezayê darvekirinê heye lê, heya niha ne hatiye pêkanîn.

 

 

Li girtîgeha jinan a Silêmanî 25 jinên girtî tê girtin. Ji vana 8 jê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Şert û mercên ku jin û zarokên wan di têde tên girtin gelek xirabe.

 

Rêvebera Girtîgeha Jinan a Silêmanî Umêda Mihemed di derbarê şert û mercên girtîgehê de axivî û diyar kir ku herçend ew hewl dabin şert û mercên girtîgehê çareser bikin jî heya niha ev pirsgirêk çareser nebûye. Umêda got ku xaniyê ku jinên girtî lê tê girtin xaniyeke eskerî yê kevine û girtîgeha jinan a Hewlêrê jî li gorî hejmara jinan pir biçûke.

 

Umêde derbarê zarokên jinên girtîde jî çend agahî da û diyar kir ku gelek zarokên ku li gel dayîka xwe di zîndanê de dijîn hene û van agahiyan da: “ Di herdu girtîgehan de jî zarokên li gel dayîkên xwe dijîn hene. Hinek jin hene 6 zarokên wê hene û ew zarok jî pêre di zîndanê de tên girtin. Her wiha jinên dûcanî jî hene. Ev şert û mercên zîndanê bandoreke zehf xirab li ser pêşeroja van zarokan çêdike.”

 

Li bajarê Hewlêrê jî 140 jinên girtî hene û ji wana 7 jê cezayê darvekirinê girtine. 3 jin jî cezayê heta hetayî girtine. Ev jin bi tawanên cûda cûda hatine girtin.

 

Rêvebera girtîgeha jinan a Hewlêrê Dîmen Mihemed jî diyar dike ku cihê ku jinên girtî lê tên girtin li gorî hejmara wan zehf biçûke û ev jî bandoreke nebaş li ser girtiyan dike.

 

 

Dîmen dibêje, ji ber zêdebûna şêniyan li vê herêmê rêjeya sûc jî zêde bûye. Ancax niha jin zêdetir li dadgehan de daxwaza mafê xwe dikin.

 

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin