Smiley face
sorani
Smiley face

Rêvebera YNK’ê: Ger şer were ber derî, em ê jî şer bikin

2018-04-01 08:27:54
Endama Rêveberiya YNK’ê Dr. Ciwan Îhsan li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê diyar kir ku Kurd niha tev rû be rûyê metirsiyên cidî yên Tirkiye, Îran û Sûriyêne û ji bo pûçkirina van metirsiyan jî îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurd dike. Ciwan her wiha diyar kir ku eger Tirkiye şer bîne ber deriyê wan ew ê jî li dijî wan şer bikin.


 

 

 

 

ŞINA FAYEQ/SILÊMANÎ

 

 

Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Ciwan Îhsan der barê gef û metirsiyên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê û tevahî gelê Kurd de, li hember vêya erka sereke ya dikeve ser hêzên siyasî yên Kurd û helwesta YNK’ê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de pirsên ajansa me bersivand. Ciwan Îhsan li hember gefên Tirkiyê yên li ser Başûr jî got, eger şer bîne ber deriyê wan ewê jî şer bikin ango berxwe bidin. Dr. Ciwan Îhsan diyar dike ku Başûr bûye bazareke aboriyê ya mezin ji bo Tirkiyê û îşaret bi girîngiya têkoşîna aborî û siyasî jî dike.

 

Berfirehiya hevpeyvînê,

 

-Di van demên dawiyê de û berê jî gelek caran dewleta Tirk gef li Başûrê Kurdistanê xwariye û dibêje, ew ê Başûr dagir bikin? Bi ya we dewleta Tirk metirsî ji bo Başûrê Kurdistanê çêdike?

 

 

Bi rehetî dikarim bêjim belê. Îran, Tirkiye û Sûriye her timî metirsiyê çêdikin.  metirsiya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê heye. Ji ber ezmûnên  Başûrê Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê çênebe li dijî derkeve û ji bo xwe weke metirsiyek dibîne. Erdogan û Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Tevgera Azadîxwaz a gelê me bêdeng bike û ji bo Rojhilat jî bi heman awayî.

 

Lê, dikarim bêjim ku siyaseteke metirsîdar li ser Başûr jî heye. Dixwaze bi rêya aboriyê, bi navê peywendiyên dîplomatîk û her wiha bi rêyên leşkerî Başûr kontrol bike. Ji bo hecma Herêma Kurdistanê kêm bike, bi Iraqê re lihev kir.

 

-Eger ev metirsiyên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê heye, çima heya niha baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê maye û nayê derxistin, li gel ku biryara parlamentoyê ji bo derxistinê heye?

 

Ev di encama lihevkirineke di navbera du dewletan de çêbûye. Divê Iraq bi xwe sînorên xwe biparêze. Parlamentoya Herêma Kurdistanê hemû leşkerên Tirkiyeyê yên hatine Başûrê Kurdistanê red kiriye. Lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengiya li gel Iraqê û bi rêya dîplomasiyê der bixin.

 

- Lê, ev biryar ne hatiye pêk anîn û artêşa Tirk li devera Soran û Behdînanê hejmara baregeh û leşkerên xwe zêde dike. Çima pêşî lê nayê girtin?

 

 

Belê zêdeyî 20 baregehên wan hene, pêwîste ew hêzên ku li wan sînoran serdeste bersiva vê pirsê bidin, ji ber çi heya niha biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê rêz jêre negirtine û pêk neanîne?

 

-Başe ji xwe Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêk nehatiye, YNK û aliyên din jî di nava Hikûmetê de cih digirin, gelo di nava Hikûmetê de PDK tenê biryarê dide?

 

Divê rast em rastbîn bin. Li Herêma Kurdistanê PDK hêza yekeme, di warê hejmara nûnerên li parlamentoyê de û di hikûmetê de jî xwedî desthilata yekeme. Lewma biryara ku bi xwe dixwaze pêk tîne. Lê divê hemû aliyên siyasî yên din li hemberî ketina leşkerên Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku hewl dide bikeve bajaran jî xwedî helwest bin. Ji ber ev têkbirina prestîja Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê hesap ji Hikûmetê bixwaze ka çima biryara parlementoyê pêk ne aniye.

 

- Bi dîtina we ev bêdengiya PDK’ê ya li hember dewleta Tirk nayê wê wateyê ku peymaneke nû navbera wan de çêbûye?

 

Eger lihevkirinên raste rast nebin jî lê bûyer û tabloya heyî piştrast dike ku lihevkirineke nû di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de heye. Îspata vê jî ewe ku li herêmên dibin kontrola PDK’ê de liv û tevgera dewleta Tirk pir cûdatire ji herêmên din yên dibin kontrola YNK yanjî partiayeke din de. Mînaka vêya vekirina qada hewayî ya Hewlêr û Tirkiyeyê û girtina seferên ji bo Silêmaniye.  

 

-Eger lihevkirinek wiha hebe, wê çi berjewendiyekê PDK'ê têde hebe?

 

Tirkiye ewqas dost nîne ku feydeyeke xwe ji van van aliyan hebe. Eger lihevkirinek hebe ev wê şermeke mezin be û bibe şaşiyeke stratejîk a herî mezin. Raste pêwîstiyên me bi peywendiyên dîplomatîk heye lê, divê ev peywendiyên me zirerê nede ti hêzeke din a siyasî.

 

-Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li pey çiye?

 

Erdogan dixwaze Başûrê Kurdistanê bike du parçe. Vêya jî bi lihevkirinên navdewletî dike. Dixwaze fitne û nîfaqê bixe nava Kurdan. Li her parçeyekî Kurdistanê Kurdan bi mijarekî ve mijûl dike. Ev jî lewazkirina aboriye, fitne xistina navbera Şîe û Sûneyane. Li Herêma Kurdistanê di vê dema krîza aborî, siyasî û civakî de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye ne bi parçe parçekirinê! Lewma siyaseta Tirkiyeyê ne di berjewendiyên PDK'ê û ne jî di berjewendiyên ti partiyên din ên Kurdan de ye.

 

- Wê demê divê siyaseteke çawa were esas girtin?

 

Li hember wan jî pêwîstî bi têkoşîneke siyasî, fikrî û aborî heye.  Ji ber ku Başûrê Kurdistanê bûye bazarekî mezin ji bo dewleta Tirk. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya me bi helwesteke neteweyî û siyasî heye. Em nikarin bi parçebûyî şerê welatên mezin bikin. Lewma pêwîstiya me bi yekrêzî û feraseteke  siyasî heye.

 

- Hîncetên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û bi taybet Şengalê çine?

 

Dewleta Tirk PKK'ê û YNK'ê jixwere weke gefekî mezin dibîne û li gorî xwe li ser sînor xeteke ewlekariyê ava dike. Naxwaze yek ji van hêza li wir bimîne. Eger PKK jî ji Şengalê derkeve, dîsa jî Tirkiye dixwaze xwe li wir bi hêz bike. Her çiqas nikare bi van tevdîrên ser sînor Tevgerekî tune bike. Ji Tirkiyê daxwaz dikim ku li ser stratejiyên cûdatir bifikirin. Her wiha divê nêrîna Iraqê jî di vê mijarê de hebe.  

 

- Di vê rewşê de wê helwesta YNK'ê çi be?

 

YNK her timî rêbaza çareseriyê û dîplomasiyê esas girtiye. Lê YNK bê sedem jî qebûl nake zilm li ti partiyên siyasî were kirin. Ji lewma wê bêdeng nebe. YNK gelek girîngiyê dide pêk anîna qanûnên Iraqê. Lewma wê bi rêya Iraqê hewl bide hinek zextan bike.  

 

-Tirkiye en tenê gef li Şengalê, li Kerkûkê jî dixwe. Eger Tirkiye û Iraqê ji bo girtina Kerkûkê lihevkirin, wê demê wê YNK çi bike?

 

Ji bo me Kerkûk Qûdisa Kurdistanêye, dil û rih e. Em hewl didin ku ji derveyî çareseriya leşkerî çareseriyekî din hebe. Ger şer hate ber deriyê me, em ê jî şer bikin. Dikarin mafên xwe bistînin. Yên li Herêma Kurdistanê DAIŞ’ê şkandin pêşmergeyên YNK'ê bûn. Lê em li gel çareseriya dîplomatîkin. Çareseriya herî dawî ya YNK hilbijêre rêbaza leşkerî ye.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin