Smiley face
sorani
Smiley face

6 hezar şîrketên Başûrî li gel Tirkiyê kar dikin

2018-03-29 11:51:33
6 hezar şîrketên Başûrî li gel Tirkiyê dixebitin û Tirkiye salane 10 milyar dolar ji Başûr qezenc dike. Cîgirê Serokê Kirîn û Firotinê ya Herêma Kurdistanê jî ragidihîne ku Başûr çavkaniya sereke ya pêşxistin û mezinkirina aboriya Tirkiyê ye.


 

 

 

DANA OMER/ROJNEWS

 

 

Herêma Kurdistanê bûye yek ji navendên ku dewleta Tirk di warê aboriyê de xwedî dike. Her wiha bûye deriyek di navbera şandina malên Tirkî ji bo nava Iraqê. Di vê dosyaya ku me amade kiriye de asta bazirganiya Herêma Kurdistanê li gel dewleta Tirk eşkere dikin.

 

Li gorî lêkolînên ku ajansa me Rojnews’ê kiriye û agahiyên ku Cîgirê Serokê Yekîtiya Kirîn û Firotinê ya Herêma Kurdistanê Şêx Eta Mihemed salane bi buhayê 10 milyar dolar bazirganî li gel Tirkiye tê kirin. Tenê li bajarê Silêmanî ku ne li ser sînorê Tirkiyeye jî salane bi buhayê 3 milyar dolar bazirganî li gel Tirkiye tê kirin. Her wiha bi giştî 6 hezar şîrketên Başûr li gel Tirkiyê dixebitin.

 

 

Şêx Eta Mihemed diyar dike ku di astake pir mezin de bazirganî navbera Başûr û Tirkiye de heye û wiha pêde diçe: “Asta bazirganiyê li gel Tirkiye di asteke jor de ye. Dikarim bêjim ku çavkaniya sereke ya Tirkiye ya ji bo pêşxistin ango geşepêdana aboriya welatê xwe Herêma Kurdistane. Herêma Kurdistanê salane bi buhayê 10 milyar dolar bazirganî li gel Tirkiye dike.”

 

Şêx Eta Mihemed her wiha diyar kir ku eger bazirganên Kurd malê Tirkî boykot bikin dikarin ji welatên din dabîn bikin û wiha pêde çû: “Eger bazirgan boykota malê Tirkî bikin, hinek cihên din hene ku tişt jê bikirin. Wê demê welatî jî dikarin malê Tirkî nekirin, li şûna wê yên cihên din bikirin.”

 

Şêx Eta diyar kir ku tiştên zêdetir ji Tirkiyê tên girtin, amûrên înşaatê, tiştên xam, xwarin, cil û berg, amûrên ceyranêne.

 

Esnafekî malzemeyên xwarinê difiroşe Omer Mistefa jî dibêje ku sedî 5’ê malê ku difiroşe yê Tirkiyê ye û got: “Ev tiştên ku ez difiroşim sedî 5’ê wê ji Tirkiyê tê. Lê, di nava bazarda xwarinên baştir û heta erzantir ji yê Tirkiyê hene. Welatî dikarin ji ber dijminatiya Tirkiye ya li hember Kurdan boykota malê Tirkî bikin û divê em jî li dijî malê Tirkî rawestin.”

 

 

Me di vê der barê de heman mijarê ji welatiyekî bajarê Silêmanê jî Tahir Reşîd jî pirsî, “Divê gelê Kurd malê Tirkî boykot bike. Divê partiyên Kurd jî li hember Tirkiye xwedî helwest bin. Dewleta Tirk dijminatiya Kurd dike, ji lewma her welatiyek dikarin ji aliyê xwede boykota malê Tirkî bikin.”

 

 

Esnafekî din yê bajarê Silêmanî Nerîman Refîq jî dibêje ku sedî 70’ê tiştê ku di firoşe malê Tirkiyêye û got: “Sedî 70’yê malê ku difiroşim yê Tirkiyêye. Yê din jî Îran, Misir, Sûdî, Hollanda. Herçend di boykotkirina malê Tirkî de yê herî zêde zirerê bikin em jî bin lê, pêwîste derî ji girtina malê Tirkî re were girtin û malê Tirkî neyênin nava Herêma Kurdistanê de.”

 

 

Heman esnaf îşaret bi dagirkeriya Tirk li Efrînê jî dike û dibêje,” Weke dilsoziyek bi Efrîn û Kuridsanê re jî pêwîste malê Tirkiye were boykot kirin. Niha hinek hene hîç malê Tirkî nakirin. Di nava bazarde malê baştir û erzantir ji yê Tirkiye heye.”

 

Yek ji welatiyekî kirîna malê Tirkî boykot kiriye Şêx Samî Mihemed jî helwesta xwe ya li dijî malê Tirkî ragihand û got: “Eger yên welatperwer mabin, pêwısıte malê Tirkî boykot bikin. Divê Kurd jî hevbigirin ji ber em ancax bi yekgirtînê bikarin serbikevin. Min berê malê Tirkî dikirî. Lê min niha boykot kiriye. Ji ber eger wijdana mirov hebe divê mirov nekire.”

 

 

(bz)

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin