Smiley face
sorani
Smiley face

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê têkildarî komkujiya dewleta Tirk daxuyanî da

2018-03-22 21:02:31
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Dilêr, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigre.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Dilêr têkildarî bombebarana dewleta Tirk a li ser dola Baleyan a Qesrê ya ser bi Çoman ku îro pêk hat û di encamê de 4 welatî şehîd bûn, daxuyaniyekî weşand.

 

Di daxuyaniya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Dilêr de wiha tê gotin; "Di demekî ku em van destdirêjî û sûcên zelal û nerawê yên desthilata dewleta Tirk şermezar dikin, vê yekê tîne bîra me ku destdirêjiya li ser jiyana welatiyan, binpêkirina serweriya xaka Iraqê û yasayên navneteweyî û rêznegirtina li parastina pîvanên cîranên baş in."

 

Dilêr daxwaz ji hikûmeta Federal a Iraqê, Wezîrê Derve yê Iraqê û Komîsyona Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê kir ku weke berpirsyartî li hemberî parastina serweriya welat rê li pêşiya destdirêjiya dewleta Tirk bigirin.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin