Smiley face
sorani
Smiley face

Iraqê bombebarana artêşa Tirk şermezar kir

2018-03-22 20:05:21
Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê bombebarana artêşa Tirk ya îro li herêma Qesrê pêk hatî û di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dayî şermezar kir.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezareta Karê Derve ya Iraqê têkildarî bombebarana dewleta Tirk a li dola Baleyan a Qesrê ya ser bi Çomanê daxuyanî da û êrîş şermar kir.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Em bombebaran û binpêkirina sînorên Iraqê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin şermezar dikin. Em bombebarana Tirkiyeyê ya li ser gundên navçeya Soranê hatibû kirin û di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn şermezar dikin.  Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin