Smiley face
sorani
Smiley face

Piştî êrîşa Tirkiyê ketina gundê Bermizê hat qedexekirin

2018-03-22 14:00:50
Hat ragihandin ku hêzên Asayîşa Bajaroka Sidekan a girêdayî Hewlêrê, ketina gundê Bermizê ku şevêdin û îro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû topbarankirin, qedexe kiriye.


 

 

 

HEWLÊR/ROJNEWS

 

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, Asayîşa Bajaroka Sidekan, îro ketina gundê Bermizê yê li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê qedexe kiriye. Çavkaniyan ragihandin hêzên Asayîşê ji bilî xwecihên gund destûr nadin tu kes biçe herêmê.

 

Kesên ku dixwazin biçin serdanê yan jî diçin geştê ji aliyê asayîşê ve tên astegnkirin û vegerandin. Her wiha destûr nayê dayîn ku rojnamevan jî biçin herêmê. Balkêş e ku qedexekirina ketina herêmê piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye. Artêşa Tirk şevê din gundên Bermizê û Lêlkan ên girêdayî bajaroka Sidekan ku li ser sînorê Bakur in, topbaran kirin. Di topbaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûn û ziyana maddi pêk hat.

 

Artêşa Tirk îro serê sibehê jî gundiyên Bermizê ku dixwestin li derdora gund kerengan kom bikin jî topbaran kirin. Di 14'ê Adarê de jî liv û tevgera leşkerên Tirk li derdora gundên Bermîze û Gumbetê yên girêdayî bajaroka Sidekan zêde hatibû dîtin. Çavkaniyan ragihandibû ku leşker ji bo gundiyan astengiyan derdixînin, pêkutî li ser wan dikin.

 

Têkildarî mijarê Rêveberê Bajaroka Sîdekan a girêdayî parêzgeha Hewlêrê Îhsan Çelebî jî diyar kiribû ku ji 12’ê Adarê ve liv û tevgera leşkerên Tirk a li devera Bermîze, Xakûrkê û Geliyê Reş zêde bûye, her wiha dest bi çêkirina baregehên leşkerî yên nû dikin. Çelebî gotibû ku hebûna leşkeran a li herêmê astengiyên mezin li pêşiya welatiyan çêdike.

 

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê jî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku artêşa Tirk di 11'ê Adarê de herêmên girê Gumbet, Girê Sîro, Geliyê Reş ên girêdayî Şemzînanê bi balafirên şer û obus, hawanan bombebaran kirine. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku piştî bombebaranê jî hêzên dagirker bi desteka helîkopterên Kobra, bi helîkopterên Skorsky leşker danîne girên Gumbet û Sîro, êrîş pêk anîne.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin