Smiley face
sorani
Smiley face

Şengaliyan bi rihê berxwedana Efrînê Newroz pîroz kirin

2018-03-21 20:09:02
Gelê Şengalê îro li Şengalê Newroza sala 2018’an bi rihê berxwedana Efrînê pîroz kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.


 

 

 

ŞENGAL  / ROJNEWS

 

Bi hezaran Êzidî li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin, beriya agirê Newrozê were pêxistin, li ser rihê şehîdên 74 fermanan û şehîdên têkoşînê deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştre agirê Newrozê ji aliyê dayik û bavên şehîdan ve hate pêxistin.

 

Axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê  û pîroziya Newrozê hatin guhdaririn

 

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dutar axivî û got; "Rihê Mezlûman li Şengalê zindî dibe, Newroza îsal wê bibe Newroza serkeftina hemû gelên bindest."

 

Dutar berxwedanan Efrînê jî silav kir û wiha anî ziman; "Em silavên xwe ji vir heya Efrînê ji lehengên gelê kurd re rêdikin û berxwedanan wan silav dikin."

 

Li ser navê TAJÊ Xinê Xwedêda axivî û got; "Em Newroza îsal di serî de li Rêber Apo pîroz dikin, em bi hevîne ev Newroz bibe Newroza hemû gelê me yê bindest û bi taybet bibe Newroza azadiya jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne."

 

Li ser navê MXDŞ'ê  Hisên Hecî axivî û di serî de Newroz li berxwedana Efrînê pîroz kir û got; "Wê ev Newroz bibe, Newroza azadiya Rêber Apo û tevahiya gelê bindest."

 

Li ser navê PADÊ jî Murad El Xaltî axivî û got; "Emê timî bi Berxwedana Serdemê agirê Neworzê zindî bikin."

Piştî axeftinan Koma Stêrkên Şengalê dest bi stiranan kirin û girseya gel dest bi govend û tilîliyan kirin.

 

Piştre jî Koma Govendê ya Şehîd Avesta ya foklorê derkete ser dikê, piştre jî Koma Şano ya ciwanên Şengalê şanoyek pêşkêşî gel kir.

 

Herî dawî Koma Çiyayê Şengalê derkete ser dikê û gel li ber stranên komê govend gerand.

 

Newroza  Şengalê bi gerandina govendê bi dawî bû.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin