Smiley face
sorani
Smiley face

Li Bakur û Tirkiyeyê bi rihê berxwedana Efrînê Newroz hat pîrozkirin

2018-03-21 19:11:32
 Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi milyonan kes li dijî tecrît, dagirkerî, girtin, binçavkirin, talankirin, OHAL, desthilatdariya AKP û MHP’ê bi rihê berxwedana Efrînê herîkîn qadan û peyama dê faşîzm winda bike, gel qezenc bike, da. Newroz, piştî bernameyan dawî bû. 


 

 

 

 NAVENDA NÛÇAYAN

 

Li Kurdistan û Tirkiyekê bi milyona gel herikîn qadan, bi rihê berxwedana Efrînê û coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin. Li bajarên Amed, Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Hatay, Sêrt, Meletî, Sembûr, Mereş, Dîlok, Tekîrdag, Enqere, Stenbol Eskîşehîr, Konya, Riha, Dêrsim, Êlih, Erzincan, Xepetê, Çewlîk, Îzmîr, Denîzli, Balikesîr, Manîsa, Mugla, Gever, Colemêrg, Wan, Idîr, Qers, Agirî, Bedlîs, Tetwan û Mûşê li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dagirkirin û talankirina Efrînê, OHAL, binçavkirin, desthilatdariya AKP û MHP'ê gel herikin qadên Newrozê, bi coş û rihê berxwedan Efrînê govend gerandin û bê naber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedena Efrîn" berz kirin.

 

 Di pîrozbahiyên bajar û  navçeyên Kurdistanê de peyamên girîng mûhra xwe li qadan dan û hat xwestin ku tecrîk û êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibin. 

 

Li gel êrîş, astengî, pêkanînên keyfî û binçavkirinan jî gel bi hemû rengê û daxwazên qadên Newrozê tije kirin, govend gerand, dirûşme berz kirin û ji bo azadî û yekitîyê bi yek dengî banga berxwedanê kirin. Newrozên li qadan çawan bi coş û kelecanî destpêkirin, bi heman awayî jî bi dawî bûn.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin