Smiley face
sorani
Smiley face

Merkel piştî komkujiyên bi çekên wan pêk hatin axivî

2018-03-21 16:40:17
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merke, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û got ku bûyerên li Efrînê nayên qebûl kirin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di daxuyaniya destpêkê ya serdema nû ya qanûndanînê de dagirkirina Efrînê nirxand.

 

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel got: "Li gel berjewendiyên li ser ewlekariya rewa ya Tirkiyeyê, bûyerên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl rastî tunkariyê hatin, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi awayê herî tund şermezar dikin."

 

Hikumeta Merkel demeke dirêj dihate rexnekirin ku li pêşberî sûcên şer ên dewleta Tirk bêdenge û hevkariyê ji vî sûcî re dike. Tankên ku dewleta Elman dan Tirkiyeyê li Efrînê li dijî sivîlan hatin bikaranîn.

 

Alîkara Berdevka Hikumeta Elmanyayê Ulrike Demmer demeke kin beriya Merkel daxuyaniyek da.

 

Demmer îdîa kir ku hikumeta federal 'bi fikar' li nûçeyên li ser 'ketina destê artêşa Tirk a beşeke mezin a Efrînê' dişopîne.

 

Demmer diyar kir ku agirbesta ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin ji bo tevahiya welêt derbas dibe.

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve Rainer Breul jî anî ziman ku der barê mafê "parastina rewa" yê Tirkiyeyê de fikarên cidî yên hikumeta federal hene û destnîşan kir ku divê îdîayên li ser talan, hilweşandin û komkujiya li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin lêkolîn were kirin.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin