Smiley face
sorani
Smiley face

Gelên Newrozê: Tekane rê yekîtî û berxwedan e

2018-03-21 15:44:06
Ji Qendîl heta Bakûr, Rojhilat, Rojava û Bakûrê Suriyê û Tirkiyeyê bi milyonan kesên ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn peyama, "Li hemberî zordarî, dagirkerî û komkujiyan tekane rêya çareseriyê yekîtî û berxwedan e" dan.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Cejna Newrozê ku ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji bo gelê kurd wek roja berxwedan, azadî û destpêka nû tê zanîn, li çar perçeyên Kurdistanê, Bakûrê Suriyê û Tirkiyeyê bi beşdariya milyonan kesan hat pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyên îsal de, xala ku herî zêde derketiye pêş tevlîbûna zêde ya gelên kurd, tirk, ereb, ermen, suryanî, asurî, laz, çerkez û baweriyên misliman, xiristiyan, êzidî, zerdeştî bû. Xaleke din a ku bal kişand jî hêrsa gelan a li dijî zordarî, dagirkerî û komkujiyan bû. Tevî hemû astengiyan jî, bi milyonan kesan bi reng û dengên xwe helwesta xwe nîşan dan.

 

 

Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê astengiyên ku asayîşa PDK'ê dixwest çêbike ji holê rakirin û gel tevlî Newroza li Qendîlê bû. Li Bakûrê Kurdistanê polîsên AKP'ê nehiştin ku gel al û sembolên xwe bibin qadan, lê bi dirûşme û axaftinan peyamên gelekî zelal hatin dayîn. Li herderekê astengî hebûn, lê qadên Newrozê ji 7 salî heta 70 salî bi mirovan hatin dargirtin.

 

 

Di vê Newrozê re 3 peyamên gelekî zelal derketin pêş. Yek xwedî derketina li berxwedana serdemê ya Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bû. Ya din Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî hincet û dudilî wekî îrade û rêberê gelan careke din hat nîşandan. Lewma diruşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" pir zêde derketin pêş.

 

 

Bi dirûşmeya "Kujer Erdogan" jî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.

 

Peyama sêyemîn jî di axaftinan de hîn zelaltir hat dayîn. Di piraniya axaftinan de peyama ku derket pêş ev bû: "Xaka Kurdan sed sal berê hat perçkirin. Ji wê rojê û vir ve tiştek nema ku bi serê kurdan ne anîn. Asîmîlasyon, komkujî, bêrumetkirin, tune û înkarkirin pêk hat. Dêrsim, Koçgirî, Helepçe, Roboskî, Cizîr, Sur û îro jî Efrîn. Lewma li hemberî van polîtîkayan tekane rêya çareseriyê yekîtiya netewî ye. Ger ku em qedera xwe ne nivîsin, wê hertim hinek din qedera me binivîsin."

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin