Smiley face
sorani
Smiley face

Bakurê Suriyê gotina xwe got: Berxwedan û serkeftin

2018-03-21 15:21:20
Dî pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên Rojava/Bakûrê Suriyê ku bi sed hezaran kesên ji hemû netew û baweriyan tevlî bûn de ev peyam hat dayîn: "Berxwedan û têkoşîna gelan wê serkeftin û azadiyê bîne."


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Newroz li Bakûrê Suriyeyê bi ruhê berxwedan û azadiyê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Reqa, Kobanê û Helebê bi beşdariya sed hezaran kesan hatin lidarxistin.

 

Di pîrozbahiyan de gelên kurd, ereb, suryan, asurî, keldan, turken, keldanî, çaçan û baweriyên misliman, xiristiyan, êzidî bi rengên xwe peyamên yekîtî û azadiyê dan.

 

Di axaftinên ku hatin kirin de, êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser Efrînê dimeşîne hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku divê li dijî dagirkeriyê berxwedan û têkoşîna gelan bê bilindkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berxwedan wê serkeftin û azadiyê bîne, dagirker û zordaran têk bibe.

 

Pîrozbahiyan bi muzîk û peyaman dom kirin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin