Smiley face
sorani
Smiley face

Newroza Stenbolê: Raperîna li dijî faşîzmê

2018-03-21 14:40:08
Di pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê de bi deh hezaran kesên ji hemû netewan bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyama zelal dan. Her wiha peyama, "Ev Newroz raperîna gelên me ya li dijî faşîzmê ye" hat dayîn.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Newroza Stenbolê li Bazara Gel a Navçeya Bakirkoy bi dirûşmeya "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" hat pîrozkirin.

 

Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran welatiyên ji neteweyên kurd, ermenî, pomak, çerkes, roman, laz û tirk bi dirûşmeya "Bijî biratiya gelan" qada Newrozê tije kir.

 

Tevî astengiyan jî wêneyên Ocalan

 

Tevî hemû astengiyên hêzên dewletê jî li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengên kesk, sor û zer hatin vekirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên wekî, "Bijî Serok Apo", "bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin. Li qadê di heman demê de Newroza Amedê jî li ser sehnê bi awayekî zindî hat dayîn.

 

 'We peyama xwe girt'

 

Li daketina qada pîrozbahiyê polîsan gelek pankart û alên welatiyan desteser kirin û nehiştin ku bibin qadê. Pankartên ku li ser "Bi israr aştî" hatiye nivîndan jî hatin desteserkirin. Hinek welatiyan ji bo ku alên xwe teslîmî polîsan nekin, al birin malê û dîsa vegeriyan qadê. Li hemberî helwesta polîsan a ku mirovan sor dike, hinek welatiyan jî girseya gel a li qadê nîşan dan û gotin, "We peyama xwe girt".

 

 Li qadê Newroza Amedê hat silavkirin û pankartên "Bi înad aştî, bi înad biratî, bi înad azadî" hatin vekirin. 

 

Li ser sehnê jî stranên berxwedanê yên bi zimanê kurdî, tirkî, lazî, ermenî, suryanî û çekrezî guhdarkirin. 

 

Di pîrozbahiyê de berxwedana girtiyên siyasî jî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat silavkirin.

 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" destpê kir. Di pîrozbahiyê de berxwedana serdemê ya Efrînê hat silavkirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Newroz li Efrinê pîroz be” hatin berzkirin.

 

Dirûşma, "Kujer Erdogan"

 

Di axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê de bênavber dirûşma "An azadî an azadî" hat berzikirin. Dema ku li ser navê komîteya amadekar axaftin hat kirin û hat gotin; "Ev Newroz li hemberî faşîzmê raperîna gelên me ye" girseya gel jî dirûşmeya "Kujer Erdogan" berz kir. 

 

Pîrozbahiyê bi axaftin û muzikê dom kir.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin