Smiley face
sorani
Smiley face

Di Newroza Bakûr de yek peyam: Ocalan û Efrîn

2018-03-21 13:34:42
Bi milyonan kesên ji hemû netew û baweriyên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di pîrozbahiyên Newrozê de bi yek dengî yek peyam dan; "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê"


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gel û baweriyên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di Newroza ku sembola berxwedan, azadî û wekheviyê ye de hatin cem hev. Ji Stenbol û Îzmîr heta Mêrsin, Edene, Amed, Êlih, Mêrdîn, Dêrsim, Wan, Colemêrgê li 35 navendan bi milyonan kes li dijî zulim, desthilatdarî, komkujî, înkar û tunekirinê bûn yek deng.

 

Milyonan kesan bi reng, deng û helwesta xwe ji zulmê re got "Îrade nayê şikandin". Tevî hemû astengî, êrîş û kelemên hêzên dewletê jî milyonan kes gihîştin qadên pîrozbahiyê. Pankart, al û sembol hatin qedexekirin, lê gelên ku qadên Newrozê dagirtine, bi dirûşmeyên xwe peyama xwe pir zelal da hemû cîhanê.

 

Di pîrozbahiyan de bi yek dengî peyama xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana serdemê ya Efrînê derket pêş. Li hemû qadên pîrozbahiyê bênavber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin.

 

Pîrozbahiyên herî girseyî li Amed, Wan û Stenbolê tên lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedhezaran kesên ku tevlî pîrozbahiyê dibin bi reng û dengê xwe peyamê didin hemû cîhanê.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin