Smiley face
sorani
Smiley face

Rayedarên Başûr daxwaza serbest berdana Mûslim dikin

2018-02-26 10:24:51
Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Berpirsê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad û Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah daxwaza serbest berdana Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim kirin û vêya weke binpêkirina mafê gelên azadîxwaz binav kirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke li ser malpera fermî ya YNK’ê Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxwaza serbest berdana hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim kir ku li ser daxwaza dewleta Tirk li Komara Çek hatiye binçavkirin.

 

Berpirsê Meclîsa Navendî ya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Adil Murad jî li ser Facebooka xwe ya şexsî peyameke kurt belav kir û got: “Girtina Salih Mûslim binpêkirina mafê gelên azadîxwaz û derbe li nirxên demokratîk yên welatên Rojava îda dikin ku diparêzin. Em girtina wê şermezar dikin û ji rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku birêz Salih Mûslim di demeke herî kurt de serbest berdin.”

 

Berpirsê YNK’ê her wiha diyar kir ku ew weke YNK piştgiriya têkoşîna gelê Rojava dikin.

 

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah têkildarî binçavkirina Salih Muslim daxuyaniyek nivîskî belav kir ûg ot ku binçavkirina Salih Muslim xalek din a reşe li navçavên sîstem û desthilata modernîteya sermayedare.

 

 Mihemed Ebdullah wiha jî got; “Li nav şaristaniyeta sermayedarî tiştek bi navê exlaq nîne. Çend rûyî, berjewendperest cihê exlaq girtiye. Di terorkirina Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî heya şehîdên Parîsê, di revandina Rêberê demokratî gelan Rêber Ocalan heya Salih Muslim hemûyan maskeyê ne demokratîkbûna Ewropa rakirin. Divê demek pêş a din Salih Muslim bê azadkirin.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin