Smiley face
sorani
Smiley face

Varto: Temenê desthilatdariya Erdogan û AKP’ê kêm maye

2018-01-30 10:48:21
Endamê peywendiyên dîplomasî yê KCK’ê Serhed Varto diyar kir ku li hemberî ew êrîşên dewleta Tirk dike ser Efrînê, wê çalakiyên xwe yên li nav Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê zêde bikin û got; “Temenê desthilatdariya Erdogan û AKP’ê kêm maye.”


 

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Endamê peywendiyên dîplomasî yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Serhed Varto di hevpeyvînek li gel ajansa me de, bersiva pirsên têkildarî helwesta KCK û PKK’ê li ser êrîşên dewleta Tirk Efrîn, helwesta civaka navnetewî li hemberî Efrîn, giringiya yekîtiya netewî û şêwazê çêbûna yekîtiya netewî, da.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Endamê peywendiyên dîplomasî yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Serhed Varto wiha ye:

 

‘Erdogan serkeftina xwe di dijminatiya Kurdan de dibîne’

 

“Koma Civakên Kurdistanê-KCK tiştên ku li Efrînê diqewimin çewan dinirxîne?

 

Hemû komplo û projeyên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şikestin û ser neketin. Ji bo wê jî li dijî Kurdan dinava hewldanên lihevkirinên cûda cûda de ye. Hemû karê dewleta Erdogan û AKP’ê bûye dijminatiya Kurdan. Erdogan serkeftina xwe di dijbertî û dijminatiya Kurdan de dibîne. Wisa dizane ger li hemberî Kurdan sernekeve, wê têk biçe.

 

Di rastiyê de dema desthilatdariya Erdogan û partiya wî kêm maye. Ji ber 12 salin li ser desthilatdariyê ye. Di bingeh de sedema dirêjbûna desthilatdariya AKP’ê ewe  ku navber navber tevgera me derfet dida AKP ji bo danûstandin bên kirin. Me agirbest ragihand. Ji bo pirsgirêka Kurd bi aştî bê çareserkirin. Me got ger armancek wan a çareserkirina pirsgirêka Kurd heye, emê firset bidinê. Belê piştre derket ku armanca wan çareserkirina pirsgirêka Kurd nebû. Me jî dijî wan dest bi têkoşînê kir. Vê têkoşînê jî hikûmeta Erdogan tengav kiriye. Ew darbeya ku di sala 2016’ê de li Tirkiya hate kirin. Encama têkoşîna me bû. Piştî me dest bi çalakî kir, hinek aliyan hewldan darbe bikin. Serneketina wan pir ne giring e. Belê piştî van hewldana tengavbûna dewleta AKP’ê zêdetir bû. Di aliyê girseyî de jî lewaz bûn. Ji bo wê bi êrîşkirina ser Efrîn û dijbertiya Kurdan, dixwaze hinek destkeftî bidest bixwe.

 

Komisyona ewlehiya navnetewî li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê civiya. Belê ti biryarek giring neda. Hûn helwesta civaka navnetewî û bi taybetî Rûsya û DYA li hemberî Efrînê çewan dibînin?

 

Divê weke gelê Kurd ti hêviyek me hêzên navnetewî nebe. Ji ber ku yên di destpêkê de Kurdistan kirine çar parçe ew bûne. Divê em bawer nekin ku evê ji bo berjewendiyên Kurdan biryarek bidin. Li aliyek din jî, şerê ku li Rojhilata Navîn rû dide ku weke şerê sêyem ê cîhanê tê binavkirin, encama hilweşîna sîstema cîhanî ye. Divê sîstemek nû ya cîhanî bê avakirin. Ev sazî û hêzane hîna yên sedsala 20’emin. Ji bo wê nikarin helwestek wan a radîkal hebe. Ew li gor rewşa xwe helwest nîşan didin.

 

‘DYA û Rûsya dixwazin Tirkiye bikişînin aliyê xwe’

 

Em dikarin bêjin ji ber berjewendiyê wan li gel Tirkiyê heye, naxwazin biryar li dijî bidin?

 

Tirkiye welatek dijî Kurdan şer dike. Rûsya ji bo berjewendiyê xwe Tirkiyê bikar tîne. DYA naxwaze Tirkiye zêde nêzî Rûsya bibe. Ji ber wê herdû ne li dijî Tirkiyê ne. Dixwazin Tirkiyê bikişînin aliyê xwe. Ji ber wê nikarin dijî Tirkiyê helwest nîşan bidin. Tişta bikare helwesta wan biguhere, têkoşîna gelê Kurd bi xwe ye.

 

‘Weke çewan li Koban, Şengal û Kerkûkê rolê me hebû, li Efrîn jî wê hebe’

 

PKK û KCK’ê diyar kir ku wê di şerê Efrînê de temaşeker nebin û tevlî bibin. Ji bo piştgiriya Efrînê gelo hunê gavek çewan bavêjin?

 

PKK tevgerek netewî ye. Ne tevgera yek parçeyî ye. Têkoşîn û berxwedana PKK’ê li hemû parçeyan heye. PKK’ê timî nûnertiya herçar parçeyên Kurdistanê kiriye. Ji ber ku ji herçar parçeyên Kurdistanê di nava PKK’ê de hen. Ji bo wê jî neraste ku PKK li hemberî van bûyerên ku li parçeyekî Kurdistanê rû didin bêdeng bibe. PKK çareseriya pirsgirêka Kurd li hemû parçeyan weke hev dibîne û weke yek temaşe dike. Ger em ser bikevin, emê bi hev re ser bikevin. Ger binketin, emê bi hev re bin bikevin. Li dijî êrîşên li ser Kobanê helwesta me hebû. Di dema êrîşkirina DAIŞ’ê de li Şengal, Kerkûk û heya Hewlêr jî me parastin kir. Ji bo Efrînê jî her dema pêwîst bike, emê bi rola xwe rabin. Belê tişta diyare heya niha YPG û YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk parastinek mezin dikin. Wê bi ser jî bikevin.

 

‘Bêguman dema pêş emê zêde bikin’

 

Ji bo zextkirina li ser Tirkiyê li dijî êrîşên li ser Efrînê, hunê çalakiyên xwe yên li nav Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê zêde bikin?

 

Bêguman emê zêde bikin. Her çend niha demsal Zivistane, ji ber Zivistanê çalakiyên me kêmin. Belê li gel ku Zivistane jî HPG li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên cûr bi cûr lidar dixwe. Bêguman di rojên pêş de HPG wê çalakiyên xwe bi şêweyên cûr bi cûr zêde bike. Li hemû cihek dijî dagirkeriya dewleta Tirk raweste.

 

‘Ger yekîtiya netewî heba wê ev karesate nehatiban serê gelê Kurd’

 

Ji bo rû bi rûbûna ew êrîşên dijî gelê Kurd li herçar parçeyan çêdibin, yekîtiya netewî çiqas pêwîste? Peyama we ya ji bo ew aliyên tevlî şêwra netewî nebûne çiye?

 

Ji bo Kurdan yekîtiya netewî pir giring e. Ger yekîtiya netewî heba, wê ev karesate nehabitan serê gelê Kurd. Çêbûna yekîtiya netewî tenê pêwîstî bi aliyên siyasî nîne. Yekîtiya netewî pêş hemû tiştî çêbûna fikra netewî ye. Divê ev çêbibe. Ew hewldanên tên kirin, bandorek erênî li ser çêbûna fikra netewî heye. Her netewek weke bedena mirove. Hemû parçeyên beden bi yek beden ve girêdayî ne. Mejî yeke ji wan beşan. Belê beşek giring ê bedene. Niha pirsgirêka serekî ya me di yekîtiya netewî de eve. Beden hemû temame û heye. Belê mejiyê me yê netewî hîna temam nebûye. Weke mînak, dema derziyek bi cihek bedena mirovek dikeve, beşek din ê bedena mirov têşe. Ji ber mejî êşê digire û dişîne ji bo beşên din. Ger kongreya netewî weke mejî kar bike, wê demê her parçeyek Kurdistanê êş hebû, wê bibe êşa hemû parçeyên din jî.

 

 

‘Divê li hemû parçeyên Kurdistanê ruhê netewî çêbibe’

 

Wê demê ew ruhê netewî wê çewan temam bibe?

 

Divê di kongreya netewî de vê zelal bikin ka Kurd kîne? Eve pirsek giringe. Ji ber ji Êzidiyan dipirsin hinek dibêjin Kurdîn, hinek dibêjin em ne Kurdin. Ji Elewî dipirsin hinek dibêjin em Kurdin, hinek dibêjin em ne Kurdin. Divê ev mijare bê zelalkirin.

 

Divê sînorên Kurdistanê bên diyarkirin. Niha dagirkeran Kurdistan kirine çar parçe. Hinek ji hêzên siyasî berjewendiyên xwe girêdayî dagirkeriya parçeyên din ve girêdaye. Yan dibêjin ‘Kurdistana me û we’. Tiştek bi navê Kurdistan me û we nîne. Yan Kurdistan heye yan nîne. Ruhê netewî divê çêbibe. Divê li hemû parçeyên Kurdistanê ruhê netewî çêbibe.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin