Smiley face
sorani
Smiley face

Asayîşa Êzîdxanê: Em li gel gelê Rojavayê Kurdistanê ne

2018-01-23 20:43:25
Li bajarokê Xanesorê ya Şengalê Asayîşa Êzîdxanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên  li ser Efrînê şermezar kir.


 

 

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên  li ser Efrînê gel li her derî li qadan û ser piyane. Îro di saet 16:00'an de, li bajarokê Xanesorê ya Şengalê Asayîşa Êzîdxanê bi govenda azadiyê, agirê serfiraziyê û alên tolhildanê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de, li ser navê Asayîşa Êzîdxanê Qasim Zîzo, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

 

Qasim Zîzo di destpêka axaftina xwe  de, êrîşên li ser Efrînê û Rojavayên Kurdistanê bi van gotinan şermezar kir: “Em di serî de êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan ên li ser Kantona Efrînê û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Her roj dijminê me bi rengên cûr be cûr êrîşî gund, bajar û çiyayên me dike, lê tevî ewqas êrîşan jî dizanin ku ne tang, top û ne çeteyên wan dikarin welatê me dagir bikin. Çawa ku di 3'ê Tebaxa 2014’an de gelê Rojavayê Kurdistanê li me xwedî derketin û Şengal parastin, îro jî roj roja me ye ku em xwedî li birayên xwe yên Rojava derbikevin.”

 

'Wê nekarin me bê moral bikin'

 

Qasim Zîzo, di berdewama axaftina xwe de got ku dewleta Tirk û hevkarên wê nikarin wan bê moral bikin û wiha dawî li axafina xwe anî: “Bila dewleta Tirk û hevkarên wê baş bizanin ku ne tang, top û balefirên wan nikarin me bê moral bikin. Dibe ku ew îro êrîşî her gund û bajarokên me dike, lê bila pir baş bizanin ku ticarî nikarin me bê moral bikin. Ji bo wê em vê gotinê ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin, eger hûn bi tang, top û balefirên xwe dixazin me bê moral bikin, em bi govenda azadiyê, agirê serfiraziyê û alên tolhildanê vê armanca wan vala derdixin. Li ser wî bingehî em dibêjin, gelê Efrînê ne bi tenê ye, heya dawî jî em li gel birayên xwe yê Rojavayên Kurdistanê ne û berxwedaniya wan pîroz dikin.”

 

Bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedana Efrînê' û 'Bê Serok Jiyan Nabe’  govenda azadiyê hate gerandin.

 

 

(ha-mq/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin