Smiley face
sorani
Smiley face

Mamosta û karmendên nerazî yên Germiyan boykot ragihandin

2018-01-23 20:13:03
Desteya Mamosta û Karmendên Nerazî yên Germiyan ragihandin ku heya ku mûçeyên wan bi temamî neyên dayîn wê dema nû ya xwendinê boykot bikin.


 

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

Li Parka Yaneyî Rewşenbîrî ya navçeya Kelar a Germiyanê vê êvarê Desteya Mamosta û Karmendên Nerazî yên Germiyan têkildarî boykota dewamê de daxuyanî da.

 

Li ser navê Desteya Mamosta û Karmendên Nerazî yên Germiyan Star Rostem daxuyanî xwend û got; "Di dema nû ya xwendinê de weke karmend û mamostayên nerazî yên Germiyan heya ku bi temamî mûçeyên me neyên dayîn emê dewan nekîn û hemû dibistana boykot bikin. Her çiqas ku her roj dibêjin wê Bexda mûçe bişînin, lê nehatiye şandin. "

 

Star Rostem eşkere kir ku eger hê dereng bikeve wê serî li xwepêşandan û riyên din bin û got ku wê helwestekî ya wan a cidî hebe.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin