Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê endazyarekî li Hewlêrê hate dîtin

2018-01-23 18:03:43
Li Taxa Azadî ya Hewlêrê cezaneyê endazyarekî ji berî du rojan windabûyî hate dîtîn.


 

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li Taxa Azadî ya Hewlêrê cezaneyê endazyarekî 37 salî ku ji berî du rojan winda birîbû hate dîtîn.

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ev agahî dan ajansa me; "Ji berî du rojan endazyarê bi navê Zana Feysel ê bavê 4 zarokan û xelkê Hewlêrê ji mala xwe derdikeve û êdî navegere, piştî lêkolîna cenazeyê wî li cihê ji bo karê xwe kirê girtî hate dîtin."

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz eşkere kir ku têkildarî bûyerê lêkolînê destpê kiriye.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin