Smiley face
sorani
Smiley face

Li Hewlêrê çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê didomin

2018-01-23 17:39:06
Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê dimîn li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker lihev kom bûn û bang li NY'ê kirin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bîne.


 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR


 

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê çalakiyên gel ên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê didomin. Îro jî gelê Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê dimînin li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek lidarxistin û êrîş protesto kirin.

 

Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk hatin avêtin û bang li NY'ê kirin li hemberî êrîşan bibe xwedî helwest.

 

Esmer Xeyrola ya ji Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re wiha got; "Tişta li hemberî Efrînê tê kirin em qet napejirînin. Pêwîste em hemû bi hev re piştgiriya Efrînê bikin û Rojava biparêzin. Dem dema dest dana hev a gelê Kurd e."

 

 

 

Welatiyê bi navê Ebdî Mecdo jî wiha anî ziman; "Pêwîste Erdogon vê yekê bizane, wê Efrîn qet nekeve û wê gelê Kurd bi yekdengî bi ser bikeve. Bêdengiya welatên cîhanê tiştekî ne raste. Ji ber ku gelê Kurd şerê çeteyên DAIŞ'ê dikir."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin