Smiley face
sorani
Smiley face

‘Me ji NY xwest sînorek ji êrîşên dewleta Tirk re dane’

2018-01-23 15:03:53
Hizba Komunîst li dijî êrîşên li ser Efrînê li Hewlêr çalakiyek lidar xist. Endamê komîteya navendî ya Hizba Komunîst jî got; “Me ji NY xwest ku sînorek ji êrîşên dewleta Tirk re dane.”


 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Hizba Komunîsta Kurdistanê îro li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêr ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakiyek lidar xist.

 

Li ser armanca çalakiyê endamê komîteya navendî ya Hizba Komunîsta Kurdistanê Ehmed Şêrwanî ku ji çapemeniyê re axivî, got; “Me nerazîbûn û gazindên xwe yên li hemberî bêdengiya çend rojan li hemberî komkujiya Efrînê gihandin Neteweyên Yekbûyî.

 

 

Me daxwaz kir ku demek nêz de sînorek ji bo lêşkerkêşiya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bê danîn. Ji ber ku gelê Rojavayê Kurdistanê şerê terorîstên DAIŞ’ê kiriye. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî gotin ku wê tevahî daxwazên me bigehînin serokê xwe.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin