Smiley face
sorani
Smiley face

Mamostayên olî li Merîwan û Hewraman: Efrîn Kurdistan e

2018-01-23 14:49:19
Mamostayên olî li Merîwan û Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ewê li hemberî zilma zordaran bêdeng nebin, dengê azadiyê bilind bikin û got kun Efrîn Kurdistane, Kurdistan xwîna me ye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro yekîtiya mamostayên olî li Merîwan û Hewreman (Yemame) der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

 

Di daxuyaniya yekîtiya mamostayên olî yên Merîwan û Hewreman de wiha hate gotin: “Kobanê bûye dersek ji bo azadîxwazên cîhanê. Kerkûk, Xurmatû jî bûne qurbanê propagandaya direw a kesên bi navê azadî û serbixweyî qêr dikin.

 

Dewleta Tirk a faşîst ne cara yekeme û ne cara dawî ye êrîşê zarok û sivîlan dikin. Em bi gelê Kurdistanê re ne. Alîgirê rasteqîne yê mafê mirov û gelanin li cîhanê.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de ev jî hate gotin; “Weke mamostayên olî yên Merîwan û Hewreman erkek olî û netewî yê xwe dibînin ku dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin. Her wiha dibêjin ewên qala azadiyê dikin û li hemberî zilma zolimkaran jî xwe bêdeng dikin, bila xwedî li Efrîn derkevin. Efrîn Kurdistane. Kurdistan xwîna me ye. Bimire sitemkarî.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin