Smiley face
sorani
Smiley face

‘Yekîtiya netewî yekane rêya parastina xaka Kurdistanê ye’

2018-01-23 14:31:11
Çîn û pêkhateyên cûda yên Helebce diyar kirin ku ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkeran û parastina xaka Kurdistanê yekane çareserî yekîtiya netewî ye.


 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Di çarçoveya nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyên bajarê Helebce ku ji ajansa me re axivîn, diyar kir ku yekane çareseriya li hemberî êrîşên dagirkeran yekîtiya netewî ye.

 

Çalakvanê civaka sivîl Hadî Heme Reşîd diyar kir ku Efrîn û kantonên din ên Rojavayê Kurdistanê mînaka ciwan a xwerêveberiya demokratîkin û wiha dewam kir; “Rojava mînaka herî ciwan a jiyana bihevre ya gelên herêmê ye. Dewleta Tik ji bo tinekirina vê sîstemê êrîşê Rojava û Efrînê dike.”

 

 

Hadî Heme Reşîd got; “Bûyerên demên dawî yên Kerkûkê ji me re gotin ku nabe em pişt bidin dewletên desthilatên cîhanê. Yekane bi rêya berxwedan û yekîtiya netewî dikarin sînorên xwe bi parêzin. Weke çewan dema buhrî li Kobanê û niha jî li Efrînê dibînin.”

 

Welatiyek din ê Helebce bi navê Herdî Hadî jî wiha got; “Yekane rêya parastina xaka Kurdistanê yekîtiya netewî ye. Yekîtiya netewî bersiva gef û êrîşên dagirkeran a li ser gelê me ye. Ji bo yekîtiya netewî divê dest ji berjewendiyên şexsî berdin.”

 

 

Welatiyê bi navê Omer Enebî jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got; “Ez piştgiriya gelê Efrînê dikim. Ji bo hemû cûre parastina xak û gelê Efrînê amade me.”

 

 

Yek ji xwendekarên Zanîngeha Helebce bi navê Kawan Celal jî wiha got; “Ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkeran, divê liherçar parçeyên Kurdistanê hemû aliyên cûda bi hevre parastina Kurdistanê bikin. Ji bo yekîtiya netewî hewldan bikin.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin