Smiley face
sorani
Smiley face

Ciwanên Behdînan: Em bi gelê xwe yê Efrînê re ne

2018-01-23 14:13:41
Ciwanên herêma Behdînan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew bi gelê Efrînê re ne.


 

 

SUID ŞAY GORAN/ BEHDÎNAN

 

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja çaremîn de didomin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ciwanên navçeya Şêxan a girêdayî Dihokê ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ya bi Efrînê re anîn ziman.

 

Yek ji ciwanên navçeya Şêxan ê pêşmerge Zeyîd Silêman diyar kir ku ew piştgiriya gelê Efrînê dike û got; “Em bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî dagirkeriyên dewleta Tirk şermezar dikim.”

 

 

Çalakvanê binavê Rêkan Reşîd jî got; “Em dixwazin jiyanek bi aramî û aştiyane bijîn. Jiyanek şer û pêşbaziya hêzan em naxwazin. Em êrîşkirina ti hêzekê ji bo ser xaka Kurdistan û gelê Kurd qebûl nakin. Ez Tirkiya faşîst û êrîşên dike şermezar dikim. Ez piştgiriya gelê me yê Efrînê dikim.”

 

 

Rojnameger Sebah Sofî jî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê anî ziman û got; “Em dengê xwe digehînine hemû welatên mezin ên cîhanê û parêzvanên mafê mirovan. Ger duh Kobanê bû, îro Efrîne. Ne dûre sibe bibe Hewlêr.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin