Smiley face
sorani
Smiley face

Asayişa Başûr: Guman heye ew çekdarên li Bemo DAIŞ’î bin

2018-01-23 13:35:15
Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê diyar kir ku guman heye ew komên çekdarên li Bemo hatine dîtin çeteyên DAIŞ’ê bin û got ku piştî şerê rû da ew çekdarên nenas ji herêmê revîne.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din di navbera hêzên asayişa bajarokê Bemo yê girêdayî parêzgeha Helebce û komek çekdarên nenas de şer derket. Der barê bûyerê de îro Dezgeha  Asayişa Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Di daxuyaniya asayişê de têkildarî bûyerê wiha hate gotin: “Piştî lêkolîn û girtina destûra dadgehê bi fermana serokê dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê roja 22’ê Çileya 2018’ê asayişa Germiyan operasyona kontrolkirina bajarokên Bemo, Meydan û Derbendîxan destpê kir. Di encamê de hêlînên çekdarên nenas hatin eşkerekirin. Di navbera hêzên asayiş û çekdarên nenas de şer derket. Piştre daxwaz jê kirin ku nasnameya xwe eşkere bikin û xwe radestê hêzên me bikin. Belê dijî hêzên me şer kirin û şer derket.

 

Ji ber coxrafya asê ya herêmê asayişa Germiyan plana xwe guhert. Destpêkê çiyayê Bemo kontrol kir. Piştre karî hîlên wan eşkere bike, dest danîn ser çekek a BKS, 2 keleşnîkof, gelek TNT, 17 guleyên ARP (bîsivink) çend sindoqên xwarin û guleyan.

 

Guman heye ku ev çekdar çeteyên DAIŞ’ê bin. Pêştir agahî li ser liv û tevgera wan a li herêma Hemrîn hebû. Niha hêzên rêveberiya Germiyan bi alikariya polîsên Germiyan, hêzên parastin û hêzên lezgîn ên Derbendîxanê lêkolîna li herêmê dewam dikin. Em ji xelkê herêmê re radigehînin ku bê şev û roj rawestin, bi canê xwe emê xaka Herêma Kurdistanê biparêzin.”

 

(sk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin