Smiley face
sorani
Smiley face

‘Tirkiye dixwaze dibin navê fetih de Efrîn enfal bike’

2018-01-23 11:44:06
Hunermend Teha Mehmud nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên ser Efrînê anî ziman û got; “Tirkiye dixwaze dibin navê fetihê de Efrîn enfal bike.”


 

 

ROZE MIHEMD/ SILÊMANÎ

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê ketin di roja çaremîn de. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk her diçe bertek û nerazîbûn didomin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk hunermend û aktorê sînemayê Teha Mehmud ji ajansa me re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê anî ziman.

 

Teha Mehmud diyar kir ku divê êrîşên li ser Efrînê ji aliyê hunermend, rewşenbîr, nivîskar û tevahî çîn û pêkhateyên cûda ve bên şermezarkirin û piştgiriya Efrîn bikin.

 

Teha Mehmud axaftina xwe wiha dewam kir; “Hizba Baas dibin navê Sureta Enfal de gelê Kurd li Başûr enfal kir. Niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze dibin navê Sureta fetih de Efrînê enfal bike.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin