Smiley face
sorani
Smiley face

Ciwanên Kerkûkê: Êrîş a li ser Efrînê li dijî tevahî Kurdan e

2018-01-23 11:31:39
Ciwan û çalakvanên bajarê Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku ev êrîş ne tenê li dijî Efrînê, li dijî tevahî gelê Kurd e.


 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewlet aTik li dijî kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê didomin. Ciwan û çalakvanên bajarê Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku ev êrîş dijî tevahî gelê Kurd e.

 

Endamê Mekteba Sekreteryeta Yekîtiya Lawanên Kurdistanê Bextiyar Macîd nerazîbûn xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê wiha anî ziman; “Weke ciwanek ê bajarê Kerkûkê û çalakvanek medenî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikim. Dewleta Tirk bi kiryarên terorî dixwaze xaka pîroz a Kurdistanê dagir bike.”

 

 

Bextiyar Macid ev jî got; “Weke ciwanên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo kantona Efrînê diyar dikin. Em dibêjin Efrîn nakeve û em bi Efrînê re ne.”

 

Ciwanek din ê ji bajarê Kerkûkê Gîvara Kerkûkî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got; “Em weke ciwanên Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo kantona Efrînê tînin ziman. Ew êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser tevahî gelê Kurd e. Gelê me li her cihê lê be, dewleta Tirk dijminatiya wan dike. Hewl dide tine bike. Ji bo wê em weke ciwanên Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo kantona Efrînê tînin ziman. Dibêjin Efrîn ne bi tenê ye û Efrîn nakeve.”

 

 

Gîvara Kerkûkî ev jî got; “Ez li vir ew hizib û aliyên li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng û bê helwestin şermezar dikim. Her wiha ji dewleta faşîst a Tirk re dibêjim em bi Efrînê re ne. Efrîn ne bi tenê ye û em piştgiriya Efrînê dikin.”

 

Ciwanek din ê bajarê Kerkûkê Mihemed Osman êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got; “Ez bang li civaka navnetewî dikim li hemberî van êrîşan bêdeng nebin. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ji ber ku li ser gelê me yê Efrînê metirsî ye.”

 

 

Di dawiyê de jî Mihemed Osman got; “Efrîn bûye hêlîna hemû gelên Sûriyeyê. Belê dewleta Tirk ji bo dewamkirina dagirkeriya xwe, êrîşê kantona Efrînê dike. Em jî piştgiriya xwe ya ji bo Efrîn û şervanan radigehînin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin