Smiley face
sorani
Smiley face

Helebceyî ji bo Efrînê meşiyan

2018-01-23 10:13:35
Welatiyên Helebce bi dirûşmeya ‘Serî hide Helebce, li Efrînê berxwedan e’ ji bo piştgiriya Efrînê meşiyan.


 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Duh êvarê li ber Banka Kevin a bajarê Helebce heya ber Baxê Giştî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Jinên Ciwan ên Têkoşer û Gencanî Welatparêzên Kurdistanê bi dirûşma ‘Serî hilde Helebce, li Efrînê berxwedan e’meşiyan.

 

Piştî meş giha ber Baxê Giştî yê Helebce daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Gencanî Welatparêz ên Kurdistanê Rêbiwar Mehdî axivî û got; “Çend salin gelê Efrînê dijî çeteyên DAIŞ û El Nûsra li ber xwe didin. Dewleta Tirk piştgiriya van çeteyan dike. Belê cara herî dawî piştî şervanan ev çede şikandin û çeteyan êdî nekarî şerê şervanan bikin, niha dewleta faşîst a Tirk dest bi êrîşa ser Efrînê kiriye.”

 

Rêbiwar Mehdî wiha jî got; “Her çend şer dewam jî bike, welatiyên sivîl bibin qurbanî jî, emê xaka xwe biparêzin. Emê bibin şervan û gelemperiya Kurdistanê dikene meydana şikandina artêşa Tirk. Divê îro tevahî çîn û pêkhate parastin û xwedî li Efrînê bikin.”

 

 

Piştre endama desteya rêveberiya Tevgera Azadî Kelsum Hisên jî axivî û got; “Her carê dijmin dibin navên cûda de êrîşê gelê Kurd dike. Nabe vê carê li dijî êrîşên li ser Efrîn bêdeng bibin. Tifaqa me wê bibe hêza me ya li hemberî dijminan.”

 

Kelsum Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Niha Kurd li ser piyê xwe rawestiye. Kantonên Rojava li benda piştgirî û alikariya harçar parçane.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin