Smiley face
sorani
Smiley face

Çalakvanên Rojhilat: Em amadene bi can parastina Efrînê bikin

2018-01-23 09:57:58
Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew amadene bi can û xwîn parastina Efrînê bikin û gotin ku divê bi yeketî û berxwedanê dawî li êrîşên dijmin bînin.


 

 

ELÎ QADIR/ ROJNEWS

 

Di çarçoveya piştgiriya ji bo Efrînê de, çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dirunin ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe ya bi Efrînê re anîn ziman.

 

Çalakvana jin a ji Rojhilatê Kurdistanê Kurdistan Helo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kir û got; “Em amadene bi can û dil parastina Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bikin.”

 

 

Kurdistan Helo wiha jî got; “Armanca êrîşkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê tinekirina destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye. Belê bi berxwedan û îradeya şervan û gelê me, Efrîn wê serbikeve. Dawî li pîlangeriyên Tirkiya faşîst û çeteyên wê bînin.”

 

Çalakvanê siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Mamo Rojhilat jî diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê bi agahdariya DYA û welatên mezin ên cîhanê pêk tên û wiha dewam kir; “Pêwîste DYA û welatên mezin ên cîhanê di vê rewşê de xwe zelal bikin. Li gel Kurdanin an jî piştgiriya dijminên gelê me dikin û dixwazin Kurdan tine bikin, aliyê xwe diyar bikin.”

 

 

Mamo Rojhilatî wiha dewam kir; “Divê gelê me hemû yek bin. Demek zû de ji bo lidar xistina kongreya netewî xebat bikin û dawî li êrîş û dagirkeriyên dagirkeran bînin. Em Weke çalakvanên Rojhilat, amadene bi can û xwîn parastina Efrînê bikin. Heya dilopa dawî ya xwîna xwe Efrînê bi parêzin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin