Smiley face
sorani
Smiley face

Germiyanî banga piştgiriya ji bo Efrînê dikin

2018-01-23 09:22:46
Welatiyên Germiyan diyar kirin ku divê hizib û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi hêza çekdarî piştgirî bidin Efrînê, ne bi gotin.


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomin. Heya niha gelek sivîl birîndar û şehîd bûne. Bertek û nerazîbûnên dijî êrîşên li ser Efrînê li Başûrê Kurdistanê jî didomin. Welatiyên Germiyan ên ji ajansa me re axivîn, ji bo Efrînê banga piştgiriyê kirin.

 

Xwendekarê Fakûlteya Komputerê yê ji navçeya Kelar a Germiyanê Ednan Saleh diyar kir ku divê Efrîn bibe navendek baş ji bo tifaqa nav mala Kurdan û got; “Divê tevahî hizib û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi hêza çekdarî piştgirî bidin Efrînê, ne tenê bi gotin. Divê welatiyên Kurd lez bikin, navxweyî û derve ji bo pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê hemû rêyên medeniyane çalakî bikin.”

 

 

Endamê YNK’ê li Germiyan Mihemed Hacî Omer jî daxuyakirin ku helwesta li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê te têrkere û û wiha dewam kir; “Tişta heye tenê xwepêşandane. Divê Başûr bi hêz piştgiriya Efrîn bike. Cihê rexnê ye ku çapemeniya Başûr li hemberî sûcê dewleta Tirk ê li hemberî Efrînê pir bêdengin.”

 

 

Her wiha çalakvanê civaka medenî Bêstûn Bacelan diyar kir ku piştgiriya Efrînê kirin erkek niştîmanî û netewî yê her takekesê Kurd e û got; “Pêwîste pêşmerge bi ruhekî Kurdewarî weke çewan çûne Kobanê, li Efrînê jî dijî dijminên Kurdan cih bigirin.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin