Smiley face
sorani
Smiley face

Gelê Mexmûrê ji bo Efrinê li ser lingane

2018-01-23 08:36:03
Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin, diyar kirin ku xwedî derketina li Efrînê, xwedî derketina li xwe û îradeya xwe ye.


 

 

 

XURBET TALÎ-ZINARÎN ZINAR/ MEXMÛR

 

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûr)  li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a  li ser Efrînê  ku ji ajansa me re axivîn, li tevahî gelê Kurd û civaka navnetewî banga piştgiriya ji bo Efrînê kirin.

 

Yek ji welatiyên Wargeha Mexmûrê Zeyneb Kara hest û hêrsa xwe ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ziman û got: “Ez destpêkê wek dayikek a Wargeha Mexmûr ev êrîşa dewleta dagirker a Tirk a li ser bajarê Efrînê bi tundî şermezar dikim û bejna xwe li  ber şervanên YPG/YPJ û  yên ku di çeperan de Efrînê diparêzîn ditewînim. Bila dewleta Tirk vê yekê baş bizane, êdî ew Kurdê ku ji xwere dileyîzand nemaye, bila Erdogan vê yekê baş bizane êdî nikare gelê Kurd yê bi şeref bixapîne.”

 

Wê ew şelîta ku li stuyê Sedam hatî badan wê ew şelît li stûyê Erdogan yê faşîst jî biwere’

 

 

Kara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wê ew şelîta ku li stuyê Sedam hatî badan wê ew şelît li stûyê Erdoganê faşîst jî biwere. Ew Kurdê bê şeref ku heta niha xiyanetê li gelê xwe dike bila aqlê xwe bine serê xwe û ji xwe bipirse û bêje; ezê heya kengê xwîna birayê xwe bi mijim, bila vê yekê baş bizanin Kurd tune nabe û xwina şehîdên me li erdê namîne. Bangewaziya min ji bo hemû gelê Kurd ewe ku bibin yek û çawa di berxwedana Kobanê de li ber xwe dan, îro jî bi ruhê berxwedana Kobanê li Efrînê jî xwedî derbikevin.”

 

‘Dewleta faşît a Tirk eve 200 sale êrîşî destkeftiyên Kurdan dike’

 

Welatiyê bi navê Nazîr Tekîn nerazîbûna xwe ya ji bo dagirkeriya li ser Efrînê anî ziman û wiha got: “Dewleta faşît a Tirk eve 200 sale êrîşî destkeftiyên Kurdan dike û hertim dijminahiya li beramberî Kurdan bi awayek êrîşkarî daye diyarkirin. Em wek gelê Wargeha Mexmûr piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê nîşan didin, ew şervanên ku di çeperan de li berxwe didin em silav dikîn. Banga min ji bo netewên demokrat ji vê yekê re bêdeng nemîne. Em dîsa êrîşkariya dewleta faşît ya Tirkiye şermezar dikîm.  Bagwaziya min ji bo hemû gelê Kurd ewe ku çawa di berxwedana Kobanê de li berxwedan îro jî bi ruhê berxwedana Kobanê li Efrînê jî li berxwe bidin.”

 

 

‘Gelê Rojava  di van salên dawî de bi şerên dijwar re ru bi ruye’

 

Sultan Yildiztan destpekê axaftina xwe bi van gotinan destpê kir.  “Erîşa ku li ser gelê Efrinê pêk hatiye em  wek gelê warheha Şehîd Rustem Cudî  şermezar dikin.  Gelê Rojava  dî van salên dawî  bî,i şerên dijwar re ru bi ruye. Her carê Dewleta Tirk ya dagirker di nav Rojavayê Kurdîstanê erîşên cur be cur dide meşandin. Wargeha ku azad hebe Dewleta Tirk bi êrîşan şer ava dike. Îro jî li Efrînê şerek qirej  dixwazê bide meşandin. Em jî wek gelê Wargehê û wek dayikên şehîdan li gel gelê Efrînê ne. Çi were xwestin û çi bikeve li ser milê me em amadene. Lê ev baş were zanîn ku Mexmur Efrîne, Efrîn jî Mexmure got û bi dawî gotına xwe anî. “Ez wek kesayetek û wek dayîkek penaberiyê jiyan dikin erkak ku bi keve li ser milê min ez amademe. Lê ev baş were zanîn Mexmur Efrîne, Efrîn jî Mexmure. Hovîtiya Devleta Tirk ya  li ser gelê Kurd tê meşandin heman hovîtî ye. Em çiqasê bedelan jî bidin, şehîdan jî bidin em seri  natewînin. Em ti caran çok natewînin ev ji bila ji bo Dewleta Tirk  bibe dert. Emê heta diwî li berxwe bidin û ser bikevin. İro dem dema rabûne. Pewîste weka rihê Kobanî em rabin li ser lingan û em ji bo Dewleta dagirkera bejin edî bese.”

 

 

 ‘Îro mijar gelê Kurde, azadiya gelê Kurde û netewa gelê Kurde’     

 

Welatîyê bî navê Rubar Îlhan hestên xwe wiha anî ser ziman û got: “Ez wek gelê wargeha Şehid Rustem Cudî şervanên azadiyê ku li çeperan de şer dikin berxwedaniya wan silav dikin û erîşa ku li hember Efrînê û her çar parçe Kûrdistanê te meşandin  şermezar dikin.  Mijara iro ku li ser Efrîn tê meşan din ne  tenê li hember Efrîn te meşandin, îro mijar gelê Kurde, azadiya gelê Kurde û Netewa Gelê Kurde. İro gelê Efrîn ne bi tenê ye. Ne Erdogan ne jî hevkarên wî nikare vîna gelê Kurd û Efrînê bişkîne. Em weke wargeh tevahî hêza xwe ve em amadene erka xwe bi cîh binîn. Ji bo Gelê Efrîn pewîste em di nav serhildanan da bibin. Efrîn ne weke Kerkukê ye û hêza ku Efrînê diparêze ne weke hêza Kerkûkê ye. Efrîn wê ji dewleta Tirk ra bibe warê binketin û goristan. Gelên ku her çarpê Kurdistanê û dervey Kurdistanê dijîn pewîste rabin serhildanan. Bi  Efrînê  xwedi vina xwe û xwedî li xwe derkevin.”

 

 

(sk)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin